Li girtîgeha Wanê jenderme û polîsan êrîşî girtiyên jin kirin

Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê jenderme û gardiyanan êrîşî girtiyên jin kirin.

Jenderme û gardiyan duh şev êrîşî girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê dimînin kirin. Jenderme û gardiyanên ku çalakiya lêxistina derî ya 3 rojan bi armanca protestokirina sînordarikirina hevdîtina girtiyan a li ger parêzeran, di dema hevdîtinê de bi kamereyan tomarkirina girtiyan, li nav qawîşan li hinek cihan bicihkirina kamereyan dom kirin, kirin hincet êrîşî jinan kirin. Di encama êrîşê de gelek jinên girtî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku êrîşî nêzî 80’ê jinan hatiye kirin, hinek ji girtiyên ku hatine derbkirin rakirine nexweşxaneyên cuda.

Li aliyê din parêzerên ku çûn girtîgehan, diyar kirin ku ji ber sînordarkirina hevdîtinan a li gel girtiyan nekarîne li gel muwekîlên xwe bicivin.