Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê êşkence!

Li Girtîgeha Tîpa T ya Jina ya Xarpêtê êşkence li 6 girtiyên siyasî yên jin kirin. Girtiyên siyasî yên jin qebûl nekirin ku ji piya hijmarê bidin,

Girtiyên siyasî yên jin bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku hefteya bihurî êşkence li wan hatiye kirin. Girtiyan xwestin ku rewşê ji ÎHD’ê re bibêjin.

Êşkence li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê çêbû. Girtiyên siyasî yên jin ji peywirdarê girtîgehê re gotin ku ew ê ti caran li ser piyan hijmarê nedin û heta dawî li ber xwe bidin. Piştî ku girtiyên jin ev gotin bi ser wan de girtin.

Qerdiyanan êrîş birin ser Nazli Solgin, Sudan Guven, Yaprak Taştan, Ahîret, Hayat û jineke dî ku navê wê nayê zanîn. Endamên JOH’ê û qerdiyanan ku jin bi pora wan kaş kirin û ew xistin koxuşên yek kesî de û heftiyekê êşkence li wan kirin. Jinên ku ji gelek deverên xwe birîndar bûyin ranekirin nexweşxaneyê.

Dema ku jinan bi rêya telefonê rewşa giran a tendiristiya xwe vedigotin telefon bi carekê re hate qutkirin. Piştî ku telefon hate girtin têkildarî rewşa jinên siyasî yên girtî ti agahî nehate wergirtin.