Li gelek bajarên Başûr 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin.

HEWLÊR

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di pêşengiya Grûba Dengê Jinan li Hewlêrê çalakiyek hat lidarxistin.

Endamên Grûba Dengê Jinan li navenda Hewlêr bi wesîleya 8’ê Adarê nêrgiz û şekir li jinan belav kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.

Yek ji endama Grûba Dengê Jinan Selwe Cewher got, “Wezareta Tenduristiyê ji bo tedbîrên li hember vîrûsa Koronoyê daxwaz kiribû ku ti çalakî neyên lidarxistin. Em li gor biryarê tevgeriyan û me çalakiyên mezin pêk neanîn. Lê belê bi wesîleya vê rojê me ev çalakiya biçûk li dar xist.”

MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan li ber derê avahiya Meclîsa Îştar jinan bi cil û bergên neteweyî 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin.

Li qada şahiyê al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJK, PAJK, YJA Star, TJA û pankartên bi nivîsên ‘8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be’, ‘Tekoşîna jinan wê gelên cîhanê azad bike’, ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ û ‘8’ê Adarê pîroz be’ hate vekirin.

Berî çalakî dest pê bike di kesayetiya şehîdên jin ên şoreşê û hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Koordînasyona Meclîs Îştar Çîçek Cengîz Urek axivî. Urek di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Ocalan û hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz kir. Urek bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û got: “Tekoşîna jinê kir ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedan û deskeftiyeke mezin bê girtin. Bi taybet şoreşa Rojava mînaka vê yekê ya herî berbiçav e. Ji bo wê ye Şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye.”

Urek bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinê kirî û got: “Yekane mîmarê têkoşîn û azadiya jinê Rêber Apo ye. Rêber Apo di her şert û mercî de ji bo azadiya jinê têdikoşe û hevaltiyeke xurt bi jinê re dike. Ji bo vê yekê em jinên Mexmûrê dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re tînin ziman û dibêjin heta Rêbertiya me azad nebe wê berxwedana me jî bidome.”

ŞENGAL

Jinên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Jinên Êzidî bi dirûşma, ‘Em ê bi ruhê 8’ê Adarê bikin tolhildana jinên Êzidxanê û xweseriya Şengalê misoger bikin’ li nehiya Sinûnê ya bi ser Şengalê li hev civiyan. Jinên li sûka Sinûnê gihiştin hev, ber bi qada ku dê pîrozbahî lê pêk bê ve meşiyan. Jinên bi tilîlî û dirûşmên, ‘Jin jiyan azadî, bijî Rêber Apo’ meşiyan, bi çepik û dirûşman li qadê hatin pêşwazîkirin.

Şahî, piştî merasîma rêzgirtinê, bi axaftina berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî, Hevseroka Desteya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîhan Hico û fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî dest pê kir.

Axaftvanan Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên Êzidî û jinên cîhanê pîroz kir û bal kişandin ser ruhê berxwedêr ê ji Clara heta Sarayan di kesayeta jinên têkoşer ên şehîd Bêrîvan, şehîd Xanê de pêk hatî û dilsoziya xwe ya vê têkoşînê diyar kirin.