Li gelek bajaran kuştina Denîz Poyraz hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina êrişa li ser HDP’a Îzmîrê û kuştina endama HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz li gelek bajaran çalakî hatin kirin.

AMED

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê li Parka Koşûyolûyê têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî da. Rêveberên HDP, DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşm hatin berzkirin û bertek nîşanî êrişê dan. Hevserokê Şaxa OHD’ê Muharrem Şahîn daxuyanî da û destnîşan kir ku qatil tenê ne yek kesek e û îqtidar berpirsiyarê komkujiyê ye. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî li avahiya Egîtîm Senê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û êriş şermezar kir. 

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hezroya Amedê jî qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. 

BEDLÎS

Rêveberên HDP’ê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan û qetilkirina Poyraz protesto kirin. Hevserokê HDP’a Bedlîsê destnîşan kir ku berpirsiyarê komkujiyê desthilatdarî ye û ev êriş encama dijminatiya Kurdan pêk tên. 

MÛŞ 

Rêxistina HDP’ê ya Mûşê jî li ber avahiya daxuyanî da û bûyer şermezar kir. Hevseroka HDP’a Mûşê Sîbel Genç anî ziman ku roj roja hevgirtina ji bo HDP’ê ye û divê êdî partiyên muxalefetê û aliyên civakî li cem HDP’ê cih bigirin.  

DÎLOK  

Rêxistinên Ked û Pîşeyî yên Dîlokê jî daxuyanî dan çapemeniyê û bûyerê şermezar kirin û hat xwestin li dijî faşîzmê her kes hev bigire û divê Tirkiye ber bi rojên tarî ve neçe. 

RIHA

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî daxuyanî da û êriş protesto kir. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bike lê welatiyan bertek nîşan da. Ayşe Surucu da zanîn ku ev êrişek organîzekirî ye û li gel du roj bi ser bûyerê de derbas bû jî ne Serokkomar û ne jî Wezîrê Karên Navxweyî heta hêj tu daxuyanî nedaye û bi vê bêdengiyê nêzîkatiya xwe nîşan didin. 

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî rêveberên KESK, ÎHD, TMMOB û DÎSK’ê daxuyanî dan û êriş şermezar kirin.