Lêkolîna ku ji aliyê lêkolînerên London School of Hygiene û Tropikal Medicine, Zanîngeha Yale û saziyên din ve hat kirin, rêbazeke cuda ya statîstîkê bi kar anî. Di lêkolînê de tê texmînkirin ku hejmara mirovên di êrîşên Îsraîlê yên navbera Cotmeha 2023’yan û Hezîrana 2024'an de mirine 64 hezar û 260 kes in.
Ev texmîn li gorî hejmara ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê li Xezeyê di heman serdemê de ragihandiye ji sedî 41 zêdetir e. Lêkolîneran dan xuyakirin ku di dema ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê dewam dikin de, kapasîteya wezîfedarên tenduristiyê yên li Xezeyê bi awayekî elektronîk mirinan qeyd dikin, her diçe kêm dibe.
Li gorî lêkolînê, ji sedî 59,1’ê mirovên jiyana xwe ji dest dane, jin, zarok û kesên temenê wan bi ser 65 salî ne. Lê belê di lêkolînê de texmînek li ser mirina şervanên Fîlîstînî nehat parvekirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê ragihand ku ji 9'ê Çileya 2025'an ve hejmara kuştiyên li Xezeyê di ser 46 hezarî re ye.