Malbatan ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Malbata Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman rengî xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Serlêdana malbatan û parêzeran a ji bo hevdîtinê bi rêk û pêk û bi kêfî tê astengkirin. Nêzî temamiya serlêdanan bêbersiv têne hiştin.