Li gelek bajaran çalakî li ber Konsolosxaneyên Fransayê hatin lidarxistin
Bi wesîleya salvegera çaremîn a Komkujiya Parîsê, li gelek welatên Ewropayê çalakî tên lidarxistin. Girseyên gel çelengên reş danîn ber Konsolosxaneyên Fransayê yên li gelek bajaran.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 5 rêbendanê 2017, 07:46
Bi wesîleya salvegera çaremîn a Komkujiya Parîsê, li gelek welatên Ewropayê çalakî tên lidarxistin. Girseyên gel çelengên reş danîn ber Konsolosxaneyên Fransayê yên li gelek bajaran.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, girseya gel destegula reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê. Li ser navê girseyê daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin, ku ji rêvebirina dozê hatiyê fêhmkirin Fransa jî hevparê vî sûcî ye. Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 9'ê Çileyê ya li Kleîtsparkê banga tevlîbûnê hat kirin. Li qada çalakiyê li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî li Berlînê û Komîsyona Jinê ya CÎK axaftin hat kirin. Her wiha li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî: Jin jiyan azadî", "Em edaletê dixwazin" hatin qîrîn.
FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Amara bi heman armancê çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê û dosyayek radestî rayedaran kir. Di çalakiyê de ji dewleta Fransayê hat xwestin, dest ji vê lîstika qirêj berde û hat gotin, nepêkane ku komkujî were nixumandin. Her wiha ji bo çalakiya 9'ê Çileyê ya li Haûptwacheyê banga tevlîbûnê hat kirin.
HANAÛ: Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê, li ser Komkujiya Parîsê standa agahdarkirinê hat vekirin. Li vê derê belavok hatin belavkirin û ji bo çalakiya 9'ê Çileyê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûnê hat kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" qediya.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya TJK-E û Yekîtiya Jinen Sosyalîst li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiyekhate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û dirûşmên "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne", "Kujer TC", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.
ZURÎCH: Li bajarê Zurîchê ê Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan girseya gel çelengeke reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê. Li ser navê çalakgeran daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat ragihandin, destpênekirina dozê ne tiştekî bê qebûlkirin e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku mirina kujer Omer Guney demeke kurt beriya destpêkirina dozê, cihê gumanan e û ji Fransayê hat xwestin, ku ji bo ronîkirina komkujiyê êdî bikeve nava liv û tevgerê.
KOPENHAGEN: Komkujiya Parîsê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê hate lidarxistin û çalakgeran dosyayek radestî rayedarên Konsolosxaneya Fransayê kirin. Meclîsa Jinê ya Sêvê her wiha ji bo çalakiya 7'ê Çileyê saet di 12:30 a li meydana Axeltorv a li navenda bajarê Kopenhagenê, bang li hemû Kurdên welatparêz ên li Kopenhagenê dijîn kir, ku tevlî bibin.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û bi tevlîbûna Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo eşkerekirin kujerên Cansiz, Dogan û Şaylemek meş û mîtîngek hate lidarxistin. Bi sedan kesên li meydana Canabîere li hev civiyan, heta ber avahiya Walîtiyê meşiyan. Li vê derê jî li ser navê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Sûzan Aydemîr axivî. Aydemîr da xuyakirin, ku MÎT a Tirk bi tifaqeke qirêj ev komkujî kiriye û got, heta ev komkujî bê ronîkirin ew ê têbikoşin. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî got, "Dijmin bi kuştina hevalên Sakîne, Rojbîn û Leyla xwest îdîaya azadiyê, ruh û hişmendiya Kurdan tine bike. Lê em careke din ji tevahiya cîhanê re dibêjin; heta ku komkujî were ronîkirin wê têkoşîna me ya mafdar bidome." Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.
RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin. Çalakiya rûniştinê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Zîn pêk hat. Çalakgerên li ber avahiya Şaredairya Rennesê rûniştin gotin, "Ji bo rayedarên Fransayê vê komkujiyê ronî bikin, em ê her tim çalakiyan lidar bixin."