Li Freîbûrgê meşek li dijî şîdetê hat lidarxistin

Jin ku li meydana Alte Synagoge dest bi meşê kirin dirûşmeya “Wê jin cîhanê biguherîne” berzkirin.

Li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Şîdeta li Ser Jinê meşek hat lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda li meydana Alte Synagoge destpêkir, gelek rêxistinên jinan ên femînîst û sosyalîst jî tevlê meşê bûn.

Beriya meş destpêbike çîrokên berxwedaniya jinên Kurd yên hatin qetilkirin û jinên pêşeng ên cîhanê hat vegotin.

Piştre girse ber bi navenda bajêr dest bi meşê kir. Li wir jinan pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Wê jin cîhanê biguherîne”, “Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civaka azad û jina azad e” û “Şîdetê rawestîne” hatin hilgirtin.

Di tevahiya meşê de jinan bi yekdengî li dijî şîdeta li ser jinan dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.