Li Fransayê tundiya zayendî 33 ji 100'î zêde bû

Li gorî daneyên Wezareta Navxwe ya Fransî sala 2021'an tundiya zayendî 33 ji 100'î zêde bûye.

Li gorî qeydên serwîsên polîs û jandarmayan rûdanên tundiya zayend, xasma jî piştî ku rûdanên berê hatine ragihandin, sala 2021'an 33 ji 100'î zêde bûye.

Şanîdêrên têkilî êrîşên li ser kesan jî nîşan didin ku sala 2021'an pir zêde bûye.

Li gorî daneyan tundiya navmalî 4 ji 100'î, rûdanên birîndarkarên û derblêdanên biqest 9 ji 100'î zêde bûne.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya nivîskî de ya Wezîrê Karê Navxwe Gerald Darmanîn de tê gotin, ''Bi esasî bi zêdebûna tundiya navmalî ku ji serê serdema pênc salan û wir ve hatine ragihandin (ji sedî +57) û tundiya zayendî (ji sedî +82)'' aşkere dike.

Wezîr got ev meyl, têkilî, ''azadiya derbirînê û xweş nirxandina mijarê ya hêzên ewlehiyê ku yek ji girîngîdayina hikûmetê ye''.