Li Fransayê tundiya li djiî jinê zêde bû

Li Fransayê giliyên ji ber tundiya li nava malbatê û tundiya li jinê di sala 2020'î de hatin kirin, li gorî sala 2019'an bi rêjeya ji sedî 60'î zêde bû. Li herêma 11'an a Parîsê, ji bo jinên hatin qetilkirin bîrdariyek hate danîn.

Li Fransayê, tundiya li nava malbatê û li dijî jinê gelekî zêde bûye.

Ji sedî 40 ê giliyê ji ber tundiyê hate kirin, di dema mayina li malê ya ji ber şewba vîrûsa koronayê de rû da.

Delegeya Wezîr a Welatîbûnê Marlene Schîappa diyar kir ku pêwendiya vê yekê bi krîza aborî û civakî ve heye.

Schîappa ragihand, di dema duyemîn a pêkanîna mayina li malê de, êrişên zayendîperestî û zayendî ji sedî 60 zêde bû.

Schîappa bi bîr xist, ku dema duyemîn a pêkanîna mayina li malê li gorî ya destpêkê hîn bi hêsanî derbas bû, lê belê tevî vê yekê jî tundiya li nava malê û li dijî jinê zêde bû û got, ev yek rewşeke nakok e.

Li aliyê din, li Fransayê ji bo 111 jinên di sala 2020'î de hatin qetilkirin bîrdariyek hate danîn.

Bîrdarî ji aliyê Kolektîfa Kolaj a Femînîst ve hate lidarxistin û li ser bîrdariya li herêma 11'an a Parîsê hate danîn, navê 111 jinan bi tîpên reş hate nivîsandin.