Li Fransayê ji sedî 12 dest tê avêtina jinan

Li gorî lêkolîneke raya giştî ku li Fransa hate kirin, her ji deh jinan ango (ji sedî 12) carekê yan jî çend caran dest tê avêtina wan.

 Lêkolîn ji aliyê enstîtuya Îfop ve ji bo Wexfa Jean-Jaûresê hate kirin. Li gorî encamên Franceînfo parvekirî, ji sedî 12’ê jinan carekê yan jî çend caran dest tê avêtina wan.

Dîsa li gorî heman anketê ji sedî 43’yê jinan ji derveyî vîna wan tên dest dirêjî wan tên kirin, her wiha ji sedî 58 jî rastî nêzîkatiyên derveyî exlaqî tên.

Li gel vê ji sedî 50’yê jinan heqaret lê tê kirin û nêzîkatiyên zayendî li ser tê kirin. Ji sedan 45 jî tevgerên zayendî yên hişk li hember wan tên kirin.

Ji sedan 78’ê jinên dest tên avêtina wan ji sedî 88 êrîşkaran dinasin. Hat diyarkirin ku tenê ji sedî 11-19 gilî dikin, ji sedî 56-68 ev nêzîkatiya li ser hatî kirin ne ji derdorî xwe û ne jî ji kesê re vê yekê tînin ziman.

Her wiha ji sedî 16-27’ê jinên ku çend caran dest tên avêtina wan bi demê re serî li rêyên întixarî didin.