Li Fransa, Awûstûrya û Belçîkayê meşên ji bo 8'ê Adarê

Li Fransa, Awûstûrya û Belçîkayê jin ji bo 8'ê Adarê daketin qadan. Jinên Kurd mohra xwe li çalakiyan xistin.

Li Fransa, Awûstûrya û Belçîkayê jin ji bo 8'ê Adarê daketin qadan. Jinên Kurd mohra xwe li çalakiyan xistin.

PARIS: Ji bo pîrozbahiya li paytexta Fransa Parisê, saziyên jinên Kurdan jî di navê de platformeke hevpar a ji 50 saziyan hate avakirin. Bi hezaran jinên bi pêşengiya platforma hevpar li meydana République li hev civiyan, heta qada Opera meşiyan. Jinên Kurd ên bi reng û coşa xwe tevlî çalakiyê bûn, li ber erbaneyê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan. Di dema meşê de peyama Tevgera Jinên Kurd hate dayin û hate gotin, "Azadiya jinê xewn û xeyal nîne. Rastî ye. Azadiya jinê êdî ne tenê daxwazek e, bûye sîstemeke civakî ya alternatîf ku ava bûye."

DRAGUINAN: Li bajarê Draguinan ê li başûrê Fransayê jina li meydana St. Rafaelle mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji bo berxwedana Efrînê banga xwedîderketinê hate kirin.

MONTPELLIER: Jinên Kurd ên li bajarê Montpellier ê Fransayê dijîn, bi heman wesîleyê ji Parka Peyru heta meydana Comedie meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn. Piştî meşê li meydana Comedie mîtîng hate lidarxistin û Berxwedana Serdemê hate silavkirin.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Di meşê de belavok hatin belavkirin û ji bo berxwedana Efrînê banga piştgiriyê hate kirin.

LIEGE/ANVERS: Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî li bajarên Liege û Anversê yên Belçîkayê ji bo 8'ê Adarê daketin qadan. Çalakiyên li van bajaran jî diyarî jinên li Efrînê li ber xwe didin hatin kirin.

TICINO: Li bajarê Bellinzona yê Kantona Ticino ya Swîsreyê bi wesîleya 8'ê adarê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Meşê ji ber Postaxaneya Bellinzonayê dest pê kir û li ber Parlamenta Xwecihî ya Ticino bi mîtîngê dewam kir. Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên Kurdî û Îtalyanî hatin vekirin û êrîşên hikumeta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê gelek saziyên jinan li hev civiyan û ji bo 8'ê Adarê çalakî organîze kirin. Rêxistina Jinên Kurdistanî Avesta jî tevlî çalakiyan bûn.

GRAZ: Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê jin ji Hauptplatzê dest bi meşê kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinên Kurd jî bi kincên xwe yên gelêrî tevlî meşê bûn.