BI DÎMEN

Li Frankfûrtê bernameya 8’ê Adarê

Li Frankfûrt a Elmanya bernameyeke 8’ê Adarê hate çêkirin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ji bo 8’ê Adarê Roja Kedkarê Cîhanê yê Jin meş û mîtîngek li dar xist.

Di meşê de bi sedan jin amade bûn û dirûşmên wekî ‘jin jiyan azadî, ji zayendîparêziyê re na, ji dîktatoriyê re na, terorîst Erdogan, Bijî Serok Apo’’ berz kirin. Di meşê de wêneyên jinên ku di têkoşîna Kurdistan û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hildan û pankartên wekî, ‘’têkoşîna jinan wê jiyana azad ava bike, ‘tenê nabe’, ‘’têkoşîna jinan enternasyonal e’ hatin vekirin. 

<

>Di meşê de jinan li erbaneyê xistin û li qada mîtîngê govend girêdan. Di çalakiyê de Yenî Kadin, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û gelek rêxistinên jinan ên Elman jî amade bûn.