BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT a Tirk ve hatin kuştin, li gelek welatên Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT a Tirk ve hatin kuştin, li gelek welatên Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

HELSÎNKÎ: Komuna Jinê ya Fînlandiyayê, li meydana Stokman a li navenda Helsînkiyê find vêxist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevka Komuna Jinê ya Fînlandiya Fatma Amed û Berdevka KJAR'ê Nazê Viyan axivîn. Qisekeran bal kişandin ser sedemên êrîşa dewleta Tirk a li dijî pêşeng û têkoşîna jinê û gotin, ji niha û pê ve jî wê komkujî, zext û zilm ti carî jinê ji rêya azadiyê venegerînin.

OSLO: Li paytexta Norwec Osloyê, ji bo her sê şoreşgerên li Parîsê hatin kuştin, meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Meşê ji ber Stasyona Trenê ya Osloyê dest pê kir û heta ber Parlamenta Norwêcê dewam kir. Li ser navê Partiya Sosyalîst û Çep a Norwêcê Vîlje Antonsen, ji Navenda Civaka Demokratîk a Osloyê Ayser Yuce û ji Nûnertiya PJAK'ê ya Norwêcê Niştiman Serdeştî axivîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Fransa vê komkujiyê ronî bike" hatin qîrîn. Çalakiya ku saet di 16:00 de dest pê kir, bi qasî 2 saetan dewam kir.

STOCKHOLM: Komkujiya Parîsê li bajarê Stockholm ê Swêdê bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan duh li meydana Norra Bantorget a li pêşberî avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê li hev civiyan û bi wêneyên her sê şoreşgeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJAR û li ber sirûdên Kurdî dest bi meşê kirin. Ji Yekîtiya Jinên Kurd a Sara Zozan Baransson di dema çalakiyê de axivî û got, "Cîhaneke adîl çawa pêk tê? Li cîhaneke adîl ji bo her sê hevalên me darizandineke adîl pêk tê û sûcdar tê cezakirin. Li cîhaneke adîl daxwaza edaletê ya bi mîlyonan Kurdî bi cih tê anîn." Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Gokteşe jî bal kişand ser kuştina kujer Omer Guney û got, "Em gelê Kurd, bi taybetî jî jinên Kurd ti carî qebûl nakin ku rastî bê nixumandin. Heta sûcdar bên cezakirin em ê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin." Ji KJAR'ê Hazal Alîalî jî da xuyakirin, ku sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin, nîşaneya aştî û azadiyê ne.  Ji Ciwanên Azad Selîn Yilmaz destnîşan kir, weke ciwanên Kurd ew ê nehêlin doz bê reşkirin û heta berpirsyar bên darizandin, têkoşîna xwe bidomînin. Di çalakiyê de ji bo civîna îro ya li navnîşana Axelsbergtorg 3 banga tevlîbûnê hate kirin.

GOTEBORG: Li navenda bajarê Goteborg ê Swêdê, bi xwepêşandaneke girseyî komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê ya li ser mijarê hat xwendin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

HELSÎNGBORG: Li bajarê Helsînborg ê Swêdê jî li lokala komeleyê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Li vê derê, wêneyên her sê jinên şoreşger bi gul û qurnefîlan hatin xemilandin û find hatin vêxistin. Seroka Komeleya Jinên Kurd li Helsîngborgê Eylem Batak peyivî û bal kişand ser kuştina kujer Omer Guney û derxistina destpêkirina dozê. Batak da xuyakirin, ku hikûmeta Fransayê ji bo nixumandina komkujiyê, hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Di dema bîranînê de li dokûmantera "Her tim şer bû jiyana min" a li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hat temaşekirin. Bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA, komkujiya Parîsê di salvegera 4. de bi meşekê hat şermezarkirin û bêdengiya dewleta Fransayê hat protestokirin. Di dema çalakiyê de Yekîtiya Jinên Sosyalîst daxuyaniyek da û ragihand, êrîşa hat kirin li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hişyarbûn û serhildana jinan û hat gotin, li dijî vê berxwedana jinê serî li rêbazên qirêj tê dayîn. Girseya gel piştî axaftinan çelengeke reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê û 3 find vêxistin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, PKK, AVESTA, Ciwanên Azad, KJB hatin vekirin û belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser komkujiya Parîsê hatin belavkirin.