Li Ewropayê 25’ê Mijdarê: Me formula efsûnî ya cîhanê biguherîne dît- NÛ BÛ

Li bajarên Ewropayê jin daketin qadan û gotin, “Me formula efsûnî ya ku wê cîhanê biguherîne dît. Em ê ne jiyanek bê jin û ne jî jiyanek bê azadî qebûl bikin. Em bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin.”

Jinên Kurd bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li gelek navendên Ewropayê daketin qadan.

DUÎSBÛRG

Li bajarê Duîsbûrg ê Elmanyayê tundiya li ser jinê bi mîtîng û meşekê hate protestokirin.

Platforma Jinan a Duîsbûrgê ku Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel jî di nav de ye, saet 15.00’an li Dellplatzê çalakî li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di encama tundiya mêr û dewletê de hatin qetilkirin, li ser navê tevgerên jinan axaftin hatin kirin.

Pîştî axaftinan ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê hate kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniya çapemeniyê ya bi sernavê "Em bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" hat xwendin.

Piştî çalakiyê jinan li Lînke Centrum fîlma HÊZA  ku li ser têkoşîna jinên Şengalê ya li dijî DAÎŞ’ê ye, temaşe kirin.

FRANKFÛRT

Jinan li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê kom bûn û diyar kirin ku ew ê dest ji jiyan, azadî û mafên xwe bernedin.

Meş ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û Jin Jiyan Azadî Bûndnîs ve hat organîzekirin.

Jinan di şexsê 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo bîranîna hemû jinên şoreşger ên Kurd ên di salên 2013 û 2022’an de hatin qetilkirin deqeyek rêz girtin.

Di meşê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hate berzkirin, ala mezin a TJK-E û wêneyên şehîdên Parîsê hatin hilgirtin.

Mîtîng piştî peyamên saziyên jinan bi dawî bû.

DUSSELDORF

Jin bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hatin cem hev.

Jinên ku gelek caran dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kirin, pankarta mezin "Mit Jin Jiyan Azadî auf zur Frauenrevolution (Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinan )” vekirin.

Dema jinan wêneya Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin û bû sembola serhildanên Jin Jiyan Azadî hilgirtin, pankartên tundiya mêr şermezar kirin û balê dikşînin ser mafên jinan vekirin. Her wiha wêneyên Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Nagihan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Sakîne Cansiz, Ekîn Wan (Kevser Erturk), Hevrîn Xelef, Evîn Goyî ku di rojên cuda de di nava refên Têkoşîna Azadiyê de şehîd bûne hatin pêşandan.

Piştî daxuyaniyên bi zimanê Elmanî hat dayîn, jinan bi erbane û dirûşmeyên Jiyan Jiyan Azadî govend gerandin.

PARÎS

Ji ber çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, li Parîsê ku paytexta Fransayê û li 78 cihên navendên welet jin ji tundiyê re gotin na.

Ji bo 25’ê Mijdarê jin li paytext Parîsê Qada Nation’ê di saet 14.00’an de hatin ba hev. Qada bi rengê mor hatibû xemilandin.

Malbatên jinên hatin qetilkirin li pêşiya çalakiya ku saet 14.30’an destpê kir, cih girtin. Malbatan gotin, "Di serdema Macron de 873 jin hatin qetilkirin" û bang li daraz û hikûmetê kirin ku ji mirinan bisekinînin.

Piştî malbatan jinên Kurd û Îranî bê navber dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan û bi wêneyên Evîn, Sara, Rojbîn, Ronahî, Jîna û Amîta daxwazên xwe qiriyan: "Dawî li qirkirina siyasî bînin", "Tolhildana Me Wê Şoreşa Jinê Be!’’ domandin.

Tevgera Jinên Kurd TJK-F û Federasyona Jinên Îrana Demokratîk bal kişandin ser tundiya dewletê ya li welatê wan tê jiyîn, banga têkoşîna hevpar a li dijî her cure tundiyê dubare kirin. Di korteja navneteweyî de ku bi giranî jinên Kurd, Îranî, Afganî, Kolombiyayî, Filistînî û Îsraîlî tê de bûn, dirûşmên berxwedanê, dengê jin jiyan azadî û stranên berxwedana Kurdistan û Rojhilata Navîn nesekinî.

Piştî korteja navneteweyî, komeleyên jinan ên bi pêşengiya Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê û pişt re jî sendîkayên weke Konfederasyona Sendîkaya Kar a Giştî ya Fransayê CGT, Solîdaîres, UNSA û FSU cihê xwe di kortejê de girtin. Tevgerên jinan bi bîr xist ku li dijî tundiyê di warê tenduristî, perwerde, hiqûq û gelek qadên din ên welat de xurtir bin.

Piştî meşa 3 saetan li Qada Republique çalakî bi dawî bû. Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransa ya li Qada Repûblîque hat kirin de, banga berxwedanê hate dubarekirin û hate destnîşankirin ku di mijara qirkirina jinê ya siyasî de pêwîste bi xurtî li qadan bin.

ROTTERDAM

Platforma Jinan a Hollandayê ku Tevgera Jinên Kurd jî di nav de ye, li Rotterdamê li dijî tundiya mêr-dewletê mîtîngeke hevpar li dar xist.

Di mîtîngê de bal kişandin ser komkujiyên jinan ên dewleta Tirk li Rojava û Bakûrê Kurdistanê pêk tîne û hate gotin ku divê rêxistinbûna hevpar hîn zêdetir were berfirehkirin.

Di çalakiyê de tevî pankarta “Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” êlekên ku navên Xwişkên Mîrabel û jinên hatine qetilkirin hatine nivîsandin, li xwe kirin.

Di axaftina li ser navê TJK-E’yê de wiha hat gotin; “Têkoşîna me gerdûnî bûye û bûye hêviya jinên cîhanê û mirovahiyê. Projeya azadiya jinê ya Rêber Apo ji Rojava li hemû cîhanê berfireh bûye û bûye çavkaniya îlhamê.”

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li ser banga Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan jin li Qada Canebiere hatin cem hev.

Beriya meşê ji bo hemû jinên di têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Meclisa Jinan a Arîn Mîrkan Eylem Dogan axaftinek kir. Dogan jinên di têkoşîna jinan de şehîd bûne bi taybet Xwişkên Mîrabel bi bîr anî û wiha got: “Em weke Tevgera Kurd bi bedelên mezin hatin roja îro. Em berxwedan û têkoşîna Sara, Evîn Goyî, Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî û Rosasan silav dikin..”

Dogan destnîşan kir ku mîmarê bilindkirina dengê jinên Kurd ên îro li cîhanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, “Ji ber ku hêzên navneteweyî ji paradîgmaya jinê ya Rêbertiya me ditirsin, ev 25 sal in Rêberê me dîlgirtî ye. Weke jinên Kurd dibêjin, ji ber ku têkoşîn û berxwedana me her diçe gerdûnî dibe, ji me ditirsin. "

Di meşê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin û rêxistinên jinan ên Fransa jî tevlî bûn.

Meş bi dirûşmeyên jin jiyan azadî berdewam kir.

LONDON

Endamên Platforma Piştevaniya Jinan a Londonê ku ji aliyê tevgerên jinên Elewî û sosyalîst ên şoreşger ve li paytexta Îngilîstan Londrayê hat avakirin, bi wesîleya 25'ê Mijdarê li ber Pirtûkxaneya Wood Green hatin cem hev.

Jinan gelek caran bênavber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Em dibêjin tundiya li ser jinê raweste", "Em kolanên ewle dixwazin" berz kirin û pankartên "Em serhildana li dijî baviksalariyê mezin dikin" hilgirtin.

Di daxuyaniya ku li ser navê Platforma Piştevaniya Jinan a Londonê hat dayîn de hat gotin ku hêrsa li hemberî tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe.

Platforma Jinan diyar kir ku ew ê dakevin qadan û wiha got: “Em di serdemeke ku zêdetirî milyonek jin rastî tundiyê tên, dijîn. Em nikarin bibêjin ev rewş û şert me eleqedar nakin. Ji ber vê yekê em serî hildidin. Ji kîjan netewe, ol, reng û mezheba me dibe bila bibe em ê li dijî pergala baviksalarî biqîrin û serî hildin.”

Çalakiya jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê meşek hat lidarxistin.

Li gel Meclîsa Jinan a Ûta, Jinên Rojava Diparêzin û gelek komên femînîst bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Di meşa ku danê nîvro li ber Altmarkt-Galerîe destpê kir de peyamên li dijî pergala dewletê ya serdest a mêr hatin dayîn. Hat destnîşankirin ku weke jin bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ku îlhamê dide wan, li dijî pergala zîhniyeta zilamsalarî têbikoşin.

Di meşê de dirûşmên "Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana jinan", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

STRASBOÛRG

Jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, li Place de l’universiteyê bi banga Koleja Femînîst a Strasboûrgê ku Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn jî di nav de ye hatin cem hev û li dijî tundiya mêr û dewletê meşiyan û gotin: “Em ê tu carî bêdeng nebin.”

Di çalakiyê de pankarta "Em bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" hatin hilgirtin. Dowîzên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî ku di herdu qetlîamên Parîsê de şehîd bibûn û Nagihan Akarsel, Garîbe Gezer, Hevrîn Xelef ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin; Şîrîn Elemhûlî ya ji aliyê dewleta dagirker a Îranê ve hat qetilkirin hatin hilgirtin.

Di meşê de navê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin berzkirin. Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî", ji bo balê bikişînin ser desthilatdarî û tundiya dewletê meşiyan.

Meş li ber Qesra Edaletê bi dawî bû. Di mîtînga ku piştî meşê hat lidarxistin de axaftin hatin kirin.

Li ser navê Înîsiyatîfa Jinan a Zîn Helena Dersim axivî û diyar kir ku tundî û qetlîamên li ser jinan gav bi gav zêde dibin û destnîşan kir ku sedema bingehîn a van hemû tundî û qetlîaman zîhniyeta netew-dewletê ya li ser bingeha desthilatdariyê hatiye avakirine.

Dersim diyar kir ku "Jin, jiyan, azadî" ne tenê dirûşm e, felsefe ye û diyar kir ku ev felsefe bi têkoşîna mezin a jinên Kurd derketiye holê û azadiya jinên cîhanê esas digire.

Helena Dêrsim da xuyakirin ku dewleta Tirk ji Rojava heta Ewropayê têkoşîna jinên Kurd ên azad hedef digire û got, "Jina Kurd wê şoreşê berfireh bike û li ser bingeha sîstema konfederalîzma demokratîk azadiya jinê pêk bîne."

Dersim diyar kir ku ew ê li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan xwe bi rêxistin bikin û bibin bersiv. Dersim bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha domand: "Tecrîd li ser têkoşîna me ya azadiyê bend e. Jin li hemberî tecrîd û tundiyê bêdeng namînin.”

Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

MULHOUSE

Bajarê din ê Fransayê ku bi boneya 25'ê Mijdarê lê hat protestokirin Mulhouse bû. Komên femînîst li ser banga Kolektîfa Femînîst a 68’an hatin gel hev û bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin.

Di meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ve hat organîzekirin de pankartên ku balê dikişîne ser komkujî û tundiya li ser jinan, pankartên jinên Kurd ên şoreşger ên di qetlîamên Parîsê de hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Di meşa ku li Place de la Bourse destpê kir de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî” û "Sara, Rojbîn, Ronahî" hatin berzkirin.

Di tevahiya meşê de ku tevlîbûnek girseyî hate lidarxistin, sirûdên têkoşîna jinên Kurd hatin lêxistin. Piştî meşê axaftin hatin kirin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Hunermend Zarîfe Zerîn axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî tundiya mêr û dewletê û got, "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û em ê wê biparêzin. Li dijî her cure şîdetê divê em bibin yek, li dijî baviksalarî û qetlîamên netewdewletê yên li ser jinan xwe bi rêxistin bikin. Em ê li dora felsefeya jin jiyan azadî bên cem hev û têkoşîna xwe berfireh bikin.”

Çalakî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Platforma 25'ê Mijdarê ku ji 17 rêxistinên

jinan Kurd, Elman, Tirk û Îranî jî di nav de, li dijî tundiya li ser jinê meş û mîtîngek li dar xist.

Meş saet di 15.00 de li Wienerplatzê dest pê kir û di meşê de dirûşma "Jin li her derê cîhanê li dijî tundî, şer û sermayeyê têdikoşin" hat berzkirin.

Di meşa ku pankart, al û dowîz hatin hilgirtin de, tundiya li ser jinê bi dirûşmeyên li dijî zîhniyeta serdest a mêr hatin teşhîrkirin. Di meşê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Jin ji ber hezkirinê nayê kuştin", "Bijî berxwedana Rojava", "Jin li dijî tundî, şer û sermayeyê têdikoşin" hatin berzkirin û bi defê govend hate gerandin.

Jinan dansa Las Tesisê pêşkêş kirin.

MANNHEÎM

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li Wasserturmê mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan, Jinên Nû, Yekîtiya Jinên Koçber û komên din ên jinên femînîst ve hat organîzekirin.

Di çalakiyê de wêneyên jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û pankarta “Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin. Piştre saziyên jinan ên beşdar peyamên xwe dan.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê Yekîtiya Femînîstên Enternasyonalîst meşek organîze kir.

Di meşa ku bi hezaran jin beşdar bûn de gelek komên femînîst, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî û Meclîsa Jinan a DEST-DAN cihê xwe girtin.

Di axaftina li ser navê TJK-E'yê de banga xwedîderketina têkoşîna jinê ya li hemberî pergala serdest a mêr tê meşandin, hat kirin û wiha hate gotin, “Berxwedana jinê û têkoşîna wan bi hin rojan nayê sînorkirin. Werin em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tora ku me bi rojên azad ve girêdane berfirehtir bikin. Bi Şoreşa Jinê ya Rojava re qadên jiyanê yên jinan hatin afirandin. Em ê xweparastina xwe ya ku yekane rêya parastina li dijî pergala dewletparêz û tundiyê ye, li hemû qadên jiyanê de bi pêş bixin.”

Piştî daxuyaniya ku bi dirûşma "Em bi xwedîderketina berxwedana li dijî dagirkeriyê, şoreşa jinê biparêzin" bi dawî bû, jin bi dirûşmeyên "Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî" heta Hermannplatzê meşiyan.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Di meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî, TekoJIN Hannover, Gemeînsam Kämpfen, FemMîgra, FemRat, AFK, ProChoice, Lîla Hilfe û RL'ê ve bi hevparî hate organîze kirin, her cure tundiya li ser jinê, zayendperestî û polîtîkayên şerê qirêj ên dewletên mêr hatin protestokirin.

Komkujiyên polîtîk ên jinan bi hilgirtina pankartên gelek pêşengên têkoşîna jinan ên mîna Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Jiyan Tolhildan, Nagihan Akarsel, Xwişkên Mirabel, Ivana Hoffman û Andrea Wolfê ku hatine qetilkirin, hatin protestokirin.

Jinên ku bi pankarta Elmanî "Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" meşiyan, bal kişandin ser piştgiriya jinên navneteweyî. Çalakî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

FREIBURG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê tundiya li ser jinê bi mîtîng û meşekê hate protestokirin.

Çalakiya ku ji aliyê Platforma Jinan a Freîbûrgê ku Meclîsa Jinan ya Nûda jî di nav de ye, saet 14.00’an li Augustîner Platzê dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di encama tundiya mêr û dewletê de hatin qetilkirin, li ser navê gelek tevgerên jinan axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniya çapemeniyê ya bi sernava "Em bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" hat xwendin.

Paşê ber bi navenda bajêr ve meş dest pê kir.

Meş bi xwendina daxuyaniyan li ber Konzerthaûsê û bi dansa "aştiyê" ya Koma Lysistrata bi dawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, bi pêşengiya TJK-E û rêxistinên jinan ên sosyalîst ên Elmanyayê tundiya li ser jinê hate protestokirin.

Meşa ku di saet 17:00’an e li Am Sternê destpê kir, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî”, govend û muzîkê dewam kir.

Meş li Elf der Frauen Platzê bi dawî bû û li ser navê rêxistinan axaftin hatin kirin.

SAARBRUCKEN

Jinên femînîst li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê mîtîngek li dar xistin. Jinên Kurd jî tevlî mîtînga ku di saet 19:00’an de li ber Europa Galerîe hat lidarxistin, bûn.

Di mîtîngê de li dijî tundiya li ser jinê peyamên têkoşînê hatin dayîn.

DAXUYANIYA TJK-E

Metna çapemeniyê ya bi sernavê "Em bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" ku li qadên 25'ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) hate xwendin, wiha ye:

“Em 25’ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê di bin siya pevçûn û şeran de pêşwazî dikin. Li Filistîn, Qerebax û Rojava civak rastî komkujî, koçberî û koçberiyê tên. Cihên wan ên jiyanê tên xerakirin, hafizeya çandî û civakî ya jinan bi zanebûn ji holê radikin. Di vê rojê de em hemû jinên di têkoşîna azadiya jinê de şehîd bûne û bi tundiya dewleta baviksalarî hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Helwest û banga me li ser van esasan e:

Em jinên ku dibêjin “Em sedsala 21'an veguherînin serdema azadiya jinê!" bila 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê weke firsendeke xurtir bi rêxistin bikin, tifaqan berfireh bikin û yekîtiya jinan xurtir bikin!

Li dijî zîhniyet û pêkanînên pergala serdest a mêr ku bi tundî, jinkujî, qirkirin, şer û komkujiyan hewl dide jiyanê tarî bike, em ê têkoşîna xwe ya ronîkirina jiyanê bidomînin!

Li şûna ku em berxwedan û têkoşîna jinê bi hin roj, sînor û deman ve bihêlin, divê em her kêliyê bikin kêliya azadiya jinê.

- Werin em li dijî tundiya mêr-dewletê di hemû qadên jiyanê de xweparastina xwe pêş bixin! Ji bo parastina şoreşa jinê em li dijî dagirkeriyê xwe biparêzin.

- Werin em dîsa bibin yek û bi çalakî û bûyerên komî yên li ser asta herêmî û cîhanî dawî li siyaseta şerên olî, nîjadperest û zayendperest bînin!

- Li dijî tacîz, tecawiz û kuştina jinan ku ji aliyê pergala baviksalarî ve tê kirin em têkoşîneke hevpar û kolektîf bidin meşandin. Werin em reformên ku weke tevgerên sembolîk pêşkêşî me tên kirin têr nebînin, ji bo şoreşa jinê têbikoşin.

- Werin em li ser bingeha jîneolojî û îdeolojiya rizgariya jinê weke zanista jin û jiyanê lêkolînên xwe yên hişmendiyê kûr bikin!

EM KONFEDERALÎZMA JINÊN CÎHANÊ PÊŞ BIXIN

Werin em li herêman torên alternatîf ava bikin! Ji bo vê jî em pêvajoya pêşxistina konfederalîzma jinên demokratîk pêş bixin!

Werin em şoreşa civakî ya li ser bingeha peymana civakî ya jinê, li hember têgihiştina ku jinê bi rolên civakî pênase dike, bi malbat û karê malê ve bisînor dike û vê yekê weke “xwezaya jinê” dide der bilind bikin!

- Em ê ji Kurdistanê heta Filistînê, ji Efganistanê heta Ermenistanê hemû polîtîkayên şer, êrîşkar û qirkirinê têk bibin. Têkoşîna azadiya jinê her tim temînata “demokrasiya berfireh” ya ku gelan diyar dike, ne bi sînorên dewletan e. Em bibin damezrînerên demokrasiya ku gel, jin û bindest hesreta wê ne!

Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê em ê bi xurtkirina xweparastin û rêxistinbûna xwe li dijî qirkirina jinan bisekinin! Em jin wê li dijî pergala baviksalarî û şaristaniya çîna dewletê bibin pêşengên berxwedanê. Me formula efsûnî ya ku wê cîhanê biguherîne dît. Em ê ne jiyanek bê jin, ne jî jiyanek bê azadî qebûl bikin. Em ji bo şoreşa jinê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' dimeşin."