Li Ermenistanê Zeyneb Kinaci (Zîlan) hate bibîranîn

Yekîtiya jinên Azad (YJA) li herêma Talînê gundê Hakko bi çalakiyekê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bibîr anîn.

Li gundê Hokka ya herêma Talînê Zîlan bi çalakiyekê hate bibîranîn.

Endama Yekîtiya Jinên Azad Çîçêk Rizgar li ser wateya çalakiya hevala Zîlan axivî . Rizgar şehîdên meha Heziranê bibîr anîn û got: “Çalakiya hevala Zîlan li hembêrî êrîşên ku li ser Rêber Apo di hatin kirin bersivekî herî mezin bû ku hevala Zîlan bi çalakiya fedayî hemû pîlanê dijmin vala derxist.”

Rizgar anî ziman ku çalakiya Zîlan ji bo wan jinan soza azadiyê ye û got: “Em jin em ê şopdarên xeta û bîrdozîya heval Zîlan ku xeta jina azadê bibin. Îro bi ruhê hevala Zîlan bi hezaran jina kurd li qadan têkoşîna azadiyê didin meşandin û li hembêrî hemû rengên qirkirina jinê li ber xwedidin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û Şehîd Namirin’ bi dawî bû.