Li Enqerê polîsan êrişî jinan kir: 5 jin hatin destgîrkirin

Polîsan êrişî jinên ku li Rêya Sakarya ya Enqerê derbarê 8’ê Adarê daxuyaniya çapemeniyê didan kir, herî kêm 5 jin bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Li ser banga Partiya Karkerên Şoreşger (DÎP), Rêxistina Jinan a Sosyalîst a Wekhevî, Federasyona Kulubên Fikran (FKF), Komeleya Jinên Pêşverû (IKD), Jin di Berxwedanê de ne û Meclisên Jinan, komeke jin li Kolana Sakaryayê ya Enqerê hatin gelhev û xwestin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî bidin. Polisan êrişî jinan kir û herî kêm 5 jinan binçav kirin. Her wiha polisan mudaxaleyî rojnamegerên ku xwestin êrişa wan bikişînin jî kir.

 Rexmî vê astengkirina polisan jî jinan daxuyanî da û bal kişand ser zextên desthilatê yên li ser jinan û destnîşan kirin ku desthilat kuştina 276 jinan asteng nekiriye û êrişî mafê jinan kiriye.

 Piştî daxuyaniyê jin qadê veqetiyan.