Li Enqerê 24 jin destgîr kirin

Polîsan êrîş bire ser çalakiya xelekê ya jinan a li Enqerê lidar xistin, nûçegihanê MA Eylem Akdag jî di nav de 24 jin destgîrkirin.

Endamên Platforma Jinan a Enqerê li dijî ji derketina bi îmzeyan a ji Peymana Stenbolê li derketina Koleja Metro ji bo çêkirina xeleka jiyanê hatin  ba hev. Polîsên ku destpêkê ji bo jin nekevin qadê bi bendan rê girtibûn.

Piştî hevdîtinê jin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçêkirin. Di navbera jinên ku xwestin xeleka jiyanê çêbikin û polîsan de alozî derket. Jinan li ser rênedayînê weke nerazîbûn boyeya sûf avêtin polîsan. Li ser aloziyên piştre derketin polîsan êrîşî jinan kirin.

Di êrîşê de parêzer Sevînç Hocaogllari û Arzû Kurt jî di nav de 24 jin bi êşkence, lêdan û kelepçekirina ji pişt ve destgîrkirin.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Eylem Akdag a çalakiya jinan dişopand jî hate destgîrkirin.

Navê hinek ji jinên hatine destgîrkirin wiha ne: Parêzer Sevînç Hocaoglllari, Arzû Kurt, Nebiye Mertturk, Bûse Uçar, Aysûn Gençtanir, Zeynep Tan, Aylîn Kalp, Kardelen Demîr, Demel Vûral, Yagmûr Alaz Gulveren, Gulçîn Polat, Sena Bademlî, Sûde Sîvrî, Gulbahar Gunduz, Beste Ûymaz, Tûgba Koçer, Serap Kaplan, Meziyet Yildiz, Denîz Akil, Sîbel Aktaş, Zelalsû Degermencî, Fatma Kiliçarslan, rojnamevan Eylem Akdag û jina bi navê Meryem a paşnavê wê nehate zanîn.

Têkildarî jinên ku hatine destgîrkirin birine kû agahiyên zelal nehatin girtin.