Li Elmanyayê Konferansa Jinan a Şengalê ya Navneteweyî
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, wê di 11-12’ê Adarê de Konferansa Jinên Şengala ya Navneteweyî were lidarxistin.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, wê di 11-12’ê Adarê de Konferansa Jinên Şengala ya Navneteweyî were lidarxistin.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, wê di 11-12’ê Adarê de Konferansa Jinên Şengala ya Navneteweyî were lidarxistin.
Komîteya Amadekar a Konferansê daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Di ser êrîşa qirker a 3’yê Tebaxa 2014’an re, ku bi destê DAIŞ’ê bi ser Êzîdiyên Şengalê de pêk hatî 2 sal û nîv çûn. Ev êrîşa qirkirinê ya ku ji hêla Êzîdiyan ve weke Fermana 73. tê binavkirin, di heman demê de qirkirina jinê ye jî. DAIŞ’ê bi rengekî sîstematîk û plankirî qirkirina jinan pêk anî û armanc kir ku Êzîdiyên Şengalê qir bike.’’
‘DIVÊ JI PERSPEKTÎFA JINAN WERE LÊKOLÎN’
Di daxuyaniyê de hate gotin Fermana 73. a bi ser Êzîdiyan de bi taybetî divê weke qirkirina jinê were nirxandin û wiha hate gotin:
‘’Piştî 3’yê Tebaxê ku weke mîladê ye, talokeya qirkirinê ya bi ser Êzîdiyên Şengalê de hê bi temamî ji holê ranebûye. Li gel talokeya qirkirina fizîkî talokeya qirkirina kulturî jî her ku diçe zêdetir dibe. Lê li gel vê Êzîdî bi fermana 73. bi awayekî biêş tecrûbe kirin ku ew hebûna xwe, azadiya xwe bi vîna gewherî, bi rêveberiya gewherî û parastina gewherî ewle bikin. Bi vê wateyê di nav du sal û nîvê derbasbûyî de bi mebesta xurtkirina vîna kolektîf û rêxistinbûnê, bi mebesta ku hebûna xwe biparêzin ji bo Êzîdiyên Şengalê gavên girîng hatin avêtin. Jinên ku DAIŞ’ê tenê jiyeneke koleke ji bo wan sêwirandibû pêşengiya vê pêvajoyê dikin.
Bi ya me şertên ku rê li ber 3’yê Tebaxê vekirin, qirkirin û rewşa piştî qirkirinê ya li Şengalê hê baş nehatiye vekolan. Li gel vê, bi ya me divê qirkirina DAIŞ’ê ya bi ser Êzdiyên Şengalê de ji perspektîfa jinê were nirxandin. Ji ber vê hewcetiyê, bi sernava, ‘’Li dijî Qirkirina Baweriyê ya bi ser Jinên Êzîdî de û li dijî Êrîşên Qirker ên Zayendî Berxwedan û Rêbazên Têkoşînê’’ em konferanseke navnetewî li dar dixin.
Di navbera 11-12’ê Adara 2017’an de di konferansa xwe de ya ku wê li Bîelefeld a Elmanya wê pêk were, bi nîqaşên li ser civaka Êzîdî û kêşeyên jinan ên dîrokî û rojane, em armanc dikin ku sûdê li nasîna statûya Şengalê ya Xweser û Rêxistinbûyina wê bike ku bibe bersiv ji pêdiviyên civaka Êzîdî û pêdiviyên jinan ên bawerî, çandî û civakî re. Armanca herî sereke ya konferansa me ew e ku qirkirina li ser Êzîdiyan di dadgehên navnetewî de were dîtin, di serî DAIŞ û PDK ya ku Êzîdî bê parastin hiştin, berpirsên hêzên herêmî werin diarkirin.’’
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRÎŞA PDK’Ê
Di daxuyaniyê de li se êrîşên PDK-AKP’ê jî hate sekinandin û wiha hate gotin:
‘’Êrîşa bi hevkariya TC-PDK’ê YA 3’yê Adarê ya bi ser Şengalê de careke dî nîşan daye ku bêyî ku Şengal Xweser bibe Êzîdî nikarin azad bibin û rizgar bibin. Ji ber ku ji bo Êzîdiyan li bilî komkujî, koçberî û pişaftinê ti vebijêrkeke nehatiye hiştin. Civaka Êzîdî û jinên Êzîdî li hemû qadên jiyanê di bin zext û zordariyekê de ne. Ji bo vê jî bi vê konferansa ku em ê bikin, wê bike ku Êzîdî bi nasnameya xwe ya netewî û baweriyê re werin cem hev, li ser zemîneke rast xwe birêxistin bikn û tora hevgirtina navnetewî wê xurt bike.’’
BERNAME
Têkildarî bernameya konferansê ev agahî hatin dayin:
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN BAWERÎ Û QIRKIRINA ZAYENDÎ YA BI SER JINÊN ÊZÎDÎ, RÊBAZÊN BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ
Roja 1.
09:00 – 09.30 Tomar
09:30 – 09:40 Destpêk û slavdayin
09:40 – 10:00 Sînevîzyon
10:00 – 10:20 Axaftina destpêkê
Ji Komîsyona Mafê Mirovan a NY’yê:
10:20 – 10:40 Çay û qehwe
10:40 – 12:30 Rûniştina pêşî
10:40-10:50 Moderator:
PARALELIYA QIRKIRINÊ Û QIRKIRINA JINÊ
10:40 – 11:00 Li Rojhilata Navîn komkujiyên bi ser Ermen, Sûryanî, Yahûdî û Kurdan de pêkhatina wê ya bi rengê qirkirinê
11:00 – 11:20 Bi mînakên dîrokî qirkirina ku li ser jinên Kurd hatî ferzkirin û di komkujiyan de qirkirina jinan
11:20 – 11:40 Qirkirinên di sîstema pederşahî de ne qirkirinke jinê ye?
11:40 – 12:30 Gotebêjî
12:30 – 13:30 Xwarin
13:30 – 15:20 Rûniştina 2.
QIRKIRINA DIJÎ ÊZÎDIYAN Û GIRINGIYA ŞENGALÊ
13:30-13:35 Moderator:
13:35 – 13:50 Êzîdiyên ku 73 ferman bi ser wan de hatin kî ne? Hêlên çandî, dîrokî, demografîk, civakî û bawerî yên civak Êzîdî.
13:50 – 14:05 Çima Şengal? Sedemên jeostratejîk, dîrokî û siyasî ku DAIŞ’ê Şengal ji xwe re kire hedef?
14:05 – 14:20 74. Ferman çawa çêbû û çi hate jiyîn?
14:20 – 14:35 Weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê koç û koçberkirin
14:35 – 14:50 Piştî qirkirinê Şengaliyan xebatên civakî, siyasî û humanîter çawa pêk anîn?
14:50 – 15:20 Gotebêjî
15:20 – 15:40 Çay û qehwe
15:40 – 17:30 Rûniştina 3.
LI ŞENGALÊ WEKE PARÇEYEK JI QIRKIRINÊ QIRKIRINA JINÊ
15:40-15:45 Moderator:
15:45 – 16:00 Beriya qirkirinê di civaka Êzîdî de rola jinê
16:00 – 16:20 Polîtîkayên dijminê jinê yên DAIŞ’ê û êrîşên DAIŞ’ê
16:20 – 16:40 Serboriya jinên ku ketin destê DAIŞ’ê
16:40 – 17:10 Gotebêjî
18:00 Şîv
Roja 2.
09:00 – 10:50 Rûniştina 4.
09:05 Moderator:
BANDORÊN PSÎKOLOJÎK Û TRAVMATÎK ÊN FERMANÊ Û RÊYÊN ÇARESERIYÊ
09:05 – 09:20 Psîkolojî û travmaya ku êrîşên DAIŞ’ê bi xwe re anîn.
09:20 – 09:40 Rêyên şikandina bandorên qirkirinê û dîsa rabûnê: Ji hêla civakî, çandî û aborî ve rêxistinbûn û xebatên hişmendîbûnê.
09:40 – 10:00 Sinevîzyon: Di têkoşîna bûneweriyê ya dijî qirkirinê de tecrûbeyên jinên Şengalê.
10:00 – 10:20 Hêza parastina gewherî ya jinên Êzîdî YJŞ û bandorên wê yên di guherîna civakî de.
10:20 – 10:50 Gotûbêjî
10:50 – 11:05 Navber
11:05 – 12.10 Rûniştina Pêncemîn
HESABPIRSÎN Û DARIZANDINA HÊZÊN QIRKER
11:05-11:10 Moderator:
11:10 – 11:30 Rêya ber bi qirkirinê ve û hêzên rola xwe tê de ne
11:30 – 11:50 Ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan û darizandina berpirsyaran erk û wezîfeyên dikevin ser milê mekanîzmayên navneteweyî
11:50 – 12:10 Nîqaş
12:10 – 13:10 Navbera nîvro
13:10 – 15:00 Rûniştina Pêncemîn:
13:10-13:15 Moderator:
BI ÇI RENGÎ DIKARE PÊŞÎ LI QIRKIRINA LI SER CIVAKA ÊZIDÎ HATIYE FERZKIRIN BÊ GIRTIN?
13:15 – 13:30 Civaka Êzidî nasnameya xwe ya neteweyî û baweriyê çawa dikare biparêze? Modela çareseriyê çi ye?
13:30 – 13:50 Ji bo vegera Êzidiyan li cih û warê qedîm Şengalê, divê çi bê kirin?
Çima tê xwestin Şengal bê valakirin?
13:50 – 14:10 Ji bo Şengalê statuyeke çawa divê? Ji bo Şengaleke xweser divê çi bê kirin?
14:10 – 14:30 Li dijî tiştên ku dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê tine kir, ji bo parastin û zêdekirina nirxên mirovahiyê em dikarin bi hev re çi bikin?
14:30 – 15:00 Nîqaş
15:00 – 15:30 Biryar
15:30 – 16:00 Komên Xebatê
a) Koma Projeyê
Pêşkêşiya projeya Utamara ji bo jinên Êzidî
Meclîsa Jinan a Êzidî-Pêşkêşiya projeya Platforma Azadkirina Jinên êsîr hatine girtin
b) Koma Hiqûqê
Amadekarên Konferansê
Meclîsa Jinên Êzidî li Ewropayê
Cenî-Buroya Aştiyê ya Jinê
Platforma Azadkirina Jinên bi Zorê Êsîr hatine girtin - Amed
Yên destekê didin
Utamara
Femmes Solidaires
Fraune Fur Friden e.V.
Feministische Partei-Bie Fraune
Frauneberband Courage e.V.
Peach În Kurdistan Companian-Women's Alliance. UK
JXK-Studirende Fraune Aus Kurdistan
İnternational Representation of the Kurdish Women's Movement