Li Elmanya û Swêdê çalakiyên '25'ê Mijdarê'

Li Elmanya û Swêdê, bi pêşengiya jinên Kurdistanî çalakiyên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî çalakiyên jinan ên li bajarên Ewropayê dewam dikin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, Meclîsa Jinê ya DEST-DAN li lokala NAV-DEM'ê panelek bi mijara "Jin, şîdet û çareserî" li dar xist. Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç li panelê axivî got û destnîşan kir ku divê têkoşîna bi heybet a jinên Kurd a li dijî şîdeta mêr û dewletê bê dîtin. Koç got, "Berxwedaneke welê ye ku li rojeva cîhanê rûniştiye. Dibe ku bi berxwedana dijî DAIŞ'ê re berxwedana jinê derketiye asta herî bilind. Lê belê jinên Kurd xwedî têkoşîneke çil salî ye." Panel bi pirs û bersivê dewam kir.

WÛPPERTAL: Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê bi heman armancê semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan li Navenda Çanda Kurd pêk hat, Zeynep Guner axivî û li ser berpirsyariya civak û dewletê ya di şîdeta dijî jinê de agahî da. Piştî semînerê, Meclîsa Jinê ya Viyan û Coûrage (Rêxistina Jinan) li ber C&A çalakiyeke hevpar li dar xistin. Tevî jinên Kurd, jinên Elman û Tirkiyeyî jî tevlî çalakiyê bûn.

LI SWÊDÊ SEMÎNERÊN 'HEVJIYANA AZAD'

Li bajarên Soderhamn, Gavle, Orebro û Stockholm ên Swêdê, bi mijara "hevjiyana azad" semîner hatin dayin. Di semîneran de bandora modernîteya kapîtalîst li ser Kurdên li Ewropayê hate nîqaşkirin û feraseta azadiya sexte hate rexnekirin. Qisekeran destnîşan kirin ku divê zarokên Kurd ên li Ewropayê bi rastiya civaka exlaqî û polîtîk li ser bingeha nasnameya xwe bên mezinkirin.