Li Elmanya, Danîmarka û Rûsyayê jin daketin qadan

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, jin li gelek welatan daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, jin li gelek welatan daketin qadan û çalakî li dar xistin.

ÛLM: Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, Platforma Jinan ku ji rêxistinên HDK-E, SKB, TJK-E, Meclîsa Jinan a SYKP, MLPD, ADKH û Yenî Kadin pêk tê, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser rewşa jinên li Ewropa û Tirkiyeyê ku li her cihî şîdeta fîzîkî li wan tê kirin.

KOLN: Jinên Kurd ên li bajarên Koln, Bonn û Dusseldorf ên Elmanyayê dijîn, li Wallraf Platzê di mîtîngekê de li hev civiyan û li dijî şîdetê banga têkoşîna hevpar li jinan kirin. Piştî ku li vê derê daxuyaniyek ji çapemeniyê de hat dayin, jinan dest bi meşê kirin û li Frîesenplatzê mîtîngek pêk anîn. Li qada mîtîngê, bi findan sembola jinan hate çêkirin. Koma Dengê Xwezayî jî bi Kurdî û Îngilîzî stran got.

CELLE: Li bajarê Celle yê Elmanyayê, jinên ku li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan bi pankart û flamayên mor dest bi meşê kirin. Polîsan di dema meşê de dest danîn ser aleke ku hê nehatibû vekirin û kesek binçav kirin. Jinan neazîbûn nîşanî vê helwesta polîsan dan. Çalakî bi gerandina govendê û stranên endamên Bûnte Haûsê qediya.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê yê Sêvê stand hate vekirin û mîtîngek hate lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê Salîme Bîlen û bi navê Meclîsa Jinê ya Sêvê Fîgen Fener li vir peyivîn û işaret bi komkujiyên jina kirin. Aktîvîsta TJK-E Bêrîtan Nisêbîn û bi navê KCDK-E Kenan Ayaz jî rewşa jinan a di nava tevgera azadiyê de nirxandin û diyar kirin ku PKK tevgereke jinan e.

RÛSYA

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê, jinan li bajarên Moskowa, Krasnodar, Adigey û Mîçûrînskê dengê xwe bilind kirin.

MOSKOWA: Bi wesîleya 25'ê Mijdarê jin li ber Mala Kurdan a li paytext Moskowayê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endama rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan Jûlyeta Aram bi navê jinan axivî û got, "Divê jin têkoşîna yekbûyî û hevgirtî geş bikin." Aram bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo afirandina têkoşîna jinê û destnîşan kir ku divê ew xwe ji polîtîkayên înkarê rizgar bikin û Rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve azad bikin.

KRASNODAR: Li bajarê Krasnodarê jî, bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Krasnodarê-Bêrîtan, daxuyaniyek hat dayin. Aîda Babayeva daxuyanî da û diyar kir ku daxwaza rêxistinî û têkoşînê ya jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya moralê. Babayeva da xuyakirin ku jinên Kurd ne tenê ji aliyê civakî ve, her wiha ji aliyê leşkerî ve jî mohra xwe daniye binê serketinên girîng. Babayeva işaret bi têkoşîna YPJ û YJŞ'ê ya li dijî DAIŞ'ê kir û got, "Ev têkoşîn ji bo gelek tevgerên jinan bûye çavkaniya moralê. Eger em jin bibin yek, em ê karibin pêşî li hemû nêzîkatiyên ku me weke çîna di asta duyemîn de dibîne, bigirin."

ADIGEY: Li Komara Xweser a Adigeyê jî bi heamn armancê civînek hate lidarxistin. Civîn li avahiya Otonomiya Çanda Kurd-Agirî pêk hat û ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê Mizgîn Jînda axivî. Jînda got, cihê xemgîniyê ye ku piştevaniya jinê tenê bi rojekê were îfadekirin û destnîşan kir ku divê jin her rojên salê pişta hev bigirin. Jinên beşdarî civînê bûn jî li ser girîngî û wateya rojê axivîn.

MÎÇÛRÎNSK: Jinên Kurd ên li navçeya Mîçûrînsk a Tambovê dijîn, bi wesîleya 25'ê Mijdarê li ber Navenda Çanda Kurd daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ji Komîteya Jinan Camîla Kasîmova daxuyanî da û got, "Şîdeta li dijî jinê ne tenê li nava malbatê ye, êdî li kolanan û her qada jiyanê ye. Ev yek li nava hemû civakan bi vî rengî ye. Divê em piştgiriya jinan a bi hev re mezin bikin û van pirsgirêkan çareser bikin."