Li Efrînê du jin hatin qetilkirin

Li Efrînê du jin hatin qetilkirin

Li bajare Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê 2 jin hatin qetilkirin. Bersûc dîsan yê ‘pir nêzî’ jinane.

Hêjan hefteyek li ser 8’ê Adarê re derbaz nebûye li gundê Farfartîn yê girêdayî nahya Şêravan ya Efrînê Mihemed Huseyîn Xenî hevjîna xwe Zahîde Huseyîn Xenî û xwişka xwe Zarîfe Huseyîn Xenî bi çekê kuşt.

Şahidên bûyerê dane diyarkirin ku, roja 11’ê Adarê Mihemed Huseyîn Xenî bi hêrs kete malê, destpêkê tundî li hevjîna xwe Zahîde Huseyîn kir û piştre bi demanceyê gule berda serê wê, Zarîfe Huseyîn Xenî ya ku ji ber dengê çekê ket hundir û got ‘te çima gule berda jinbirayê’, bi heman awayî jî xwişka xwe kuşt.

Zarîfe Huseyîn li cihê bûyerê, Zahîde Huseyîn jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneya Dart Azê ya nahya Helebê, lê belê li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.

Her du jin jî li goristana gund hatin veşartin. Weke din jî derket holê ku agahî nedane malbata Zahîde Huseyîn Xenî ya i gundê Îskayê. Çawa malbat pê hesiya serî li Asayîşa Şêrava da û cenazeyê Zahîdeyê wergirt.

Qatîl Mihemed Huseyîn Xenî jî piştî cinayetê winda bû.