Li Efganîstanê komkujiyên ser jinan zêde dibin

Li Efganîstanê ne diyar e bê ka qedera peymana aştiyê wê çawa bibe, komkujiyên ser jinan ên ji bo ku jin di nav civakê de cih negirin zêde dibin.

Danûstandina li ser aştiyê ya bi hikûmeta DYE'yê re Talîbanan 2020'an peyman mohr kirin, Îlonê li paytexta Qatarê Dogayê bi hikûmeta Efgan re dest bi muzakereyan kirin. Lê van demên dawî parêzvanê mafê mirovan û jin ku hem hedefa Talîban û hem jî hedefa rêxistinên çete yên weke DAÎŞ'ê ne, zêdetir têne kuştin.

Herî dawî li rojhilatê welêt li bajarê Celabatê jî jinekologek hate kuştin. Diyar bû ku bombeya ku li wesayita doktora jin hatiye bicihkirin, hatiye teqandin.

Li gorî daxuyania walîtiya wilayeta Nangarharê  di êrîşa ser jinekologê de zaroke jî birîndar bûye.

Lê li bajêr ev ne êrîşa pêşî û ne jî ya dawî ye. Sêşemê jî li Celabatê, 3 jinên ciwan ku li qanala bi navê Enekaas TV dixebitîn, hatibûn kuştin.

Danûstandinên aştiyê yên di navbeyna hikûmeta Efgan û Talîbanan de Îlona 2020'an dest pê kir, li aliyê dî jî êrîşên li ser jinan û parêzvanên mafê mirovan zêde bûn.

Êrîşa li ser 3 xebatkarên TV'yê DAÎŞ anî ser xwe, rêveberiya Qabûlê û rayedarên Emerîkî Talîbanan tawanbar dikin, Talîban jî tawanbariyan qebûl nake.