Li Edenê jinan mîtînga 8’ê Adarê lidar xist

Jinan bi pêşengiya Platforma Jinê ya Edenê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş û mîtîngek lidarxistin.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Parlamentera Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Edeneyê Mûzeyyen Şevkîn, Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Edeneyê, gelek partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên jinan ên li bajêr tevlê meşa li Edeneyê bûn.

Jinên ku li ser Pira Kasim Gulek hatin cem hev, hetanî Qada Ûgûr Mumcu bi berzkirina dirûşmeyên "Jin wê cîhaneke wekhev a azad û bê şîdet ava bikin" meşiyan.

Di meşê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin, "Em li dijî newekhevî, tundî, xizanî û şer di nava îsyanê de ne", "Bi jina azad ber bi civaka azad ve", "Em ê bi hev re biguherînin, êdî dema HDP'ê ye", “Bijî 8'ê Adarê", “Bila Aysel Tûglûk serbest bê berdan”, “Semra vîna me ye” û “Gulistan Doku li ku ye” hatin vekirin.

Di mîtînga ku piştî meşê li Qada Ûgûr Mumcu hat lidarxistin de, daxuyaniya çapemeniyê ya Platforma Jinan a Edeneyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Kedxwariya nav malê, barê keda lênêrînê, şîdeta mêr û mirin zêde bûne. Şîdeta psîkolojîk a nava malê bi şêweyên cûr bi cûr kûr bûye, hatiye asayîkirin û tê xwestin li ser me bê ferzkirin. Bila Peymana Stenbolê ji nû ve bê îmzekirin û bi zagona hejmar 6284’an bi bandor bê bi cîh anîn. Divê li her cihê ku jin karibin bi ewlehî biçin navendên şêwirmendiyê û stargeh bên vekirin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş bi taybetî jî siyasetmedara jin a Kurd Aysel Tûglûk û wiha hat gotin, “Bi siyaseta xwe ya qirêj/neqanûnî dixwazin li pêşberî vîna jinan bisekinin. Em êrîşa ku li ser parlementer Semra Guzel tê kirin şermezar dikin. Hûn nikarin dest bidin vîna me. Em ê li dijî van ferzkirinên hundir û derve dengê xwe bilind bikin û ji bo jiyaneke adil em ê têbikoşin.”

Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî bertek nîşanî polîsan da ku ketin qadê ya jinên siyasetmedar ên Kurd asteng dikirin.

Kemalbay diyar kir ku hişmendiya dewleta mêr Denîz Poyraz û Garîbe Gezer qetil kiriye û got, “Kuştin, tundî û îstîsmara jinan yek ji pirsgirêkên herî mezin in. Heya ku jin azad nebin Tirkiye nikare demokratîk bibe û aştî pêk bê. Weke jin em nîşan didin ku bi avakirina tifaqa jinan jiyanek çawa tê avakirin.”

Parlamentera CHP'ê ya Edeneyê Mûzeyyen Şevkîn jî diyar kir ku ew ê weke jin mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin.