Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Edenê jinan 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên ku li Edenyê hatin ba hev, 8’ê Adarê pîroz kirin. Meral Daniş Beştaş a HDP’yî ku di mîtîngê de axivî, bibîr xist ku yên ku ji bo ewlehiya welat leşkeran dişînin Efrînê, divê destpêkê ewlehiya hindirîn pêk bînin.

Platforma Jinan a Edeneyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Qada Ûgûr Mûmcû bi tevlîbûna hezaran jinan mîtîngek lidar xist. Piştî ku jin li nuqteyên kontrolê re hatin kontrolkirin û şûnde derbasî qada mîtîngê bûn. Tevî astengiyên polîsan jî jinan bi rengên xwe yên cuda cuda herikîn qada mîtîngê li qadê bi yek dengî ji bo azadî û aştiyê dirûşim qîr kirin.

Li qadê bi lacikên renga reng ên qad xemilî û li ber erebaneyan stranên hatin qîrkirin kêliyên bi coş derketin holê, her wiha jinan govend gerandin. Li vir li ser navê Platforma Jinan a Edeneyê parêzer Sevîl Araci Bek axivî û destnîşan kir ku tevî hemû zext û êşkenceyan 8’ê Adarê ji aliyê jinan ve hate pîrozkirin.

Dîsa Parlemetera Edeneyê û Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş jî bi silavkirinê têkoşîna jinê dest bi axaftina xwe kir û silavên parlemeterên dîl girtî weke Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên din li jinan kir. Beştaş a nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê da û got: “Em zarokên xwe ne ji bo hinek bişînin şer mezin dikin. Dibêjin ji bo ewlekariya welat dişînin. Destpêkê ewlekariya hindirîn a vî welatî pêk bînin. Piştre ewlekariya zarokê 4 salî pêk bînin. Ewlekariya ruhê jinê pêk bînin.”

Piştî axaftinan û şûnde mîtîng, bi stranên li ser dikê û gerandina govendê ve bi dawî bû.