Li Dusseldorfê standa ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê di çarçoveya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ stand hate vekirin û îmze hate komkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ standek hate vekirin.

Stand ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) û YJK-E Dusseldorfê li pêşiya HBF’ê hate vekirin.

Di standê de gelek îmze hate komkirin û agahdarî hate kirin.