Li Dusseldorfê qetilkirina Yusra Sukaya hate protesto kirin

Li Dusseldorfê qetilkirina Yusra Sukaya hate protesto kirin

Ji bo Yusra Sukaya ku ji aliyê hevjînê wê Mehmet Sukaya ve di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hate qetilkirin, di bin pêşengtiya saziyên jinan Cenî û Utamarayê de li Dusseldorfê çalakiyek ya protestoyî hate li darxistin.

Di çalakiya ku qetilkirina jinan hate protesto kirin de, di kesayeta Yusra Sukayayê de hemû jinên ji aliyê sîstema bavselarî ve hatin qetilkirin deqîqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê, danezana bi Almanî ya ji aliyê Cenî û Utamarayê hatibûn amadekirin, hatin xwendin. Piştî xwendina danezanê endama Rêveberiya Yeketiya Hunermendên Jin ya Mezopotamyayê Sultan Oger axaftinek kir. Oger di axaftina xwe de balkişande ser girîngiya rêxistinbûna jinan. Oger da diyarkirin ku, “Ji bo dawî li komkujiya jinan were pêwîste em bibin yek” û destnîşan kir ku, ewlekariya canê zarokên Yusra Sukayayê tune ne. Oger anî ziman ku, “Pêwîste hikumeta Almanya ewlekariya can ya zarokan bigire.” Ogerê da zanîn ku, pêwîste hikumeta Almanya li ser vê doze bisekine û qetilkirina Yusra Sukayayê şermezar kir.

Di çalakiyê de ji aktîvîstên jin ya Kurd Fadîle Yildirim jî axaftinek kir. Yildirimê di axaftina xwe de çîroka Yusra Sukayayê vegot. Yildirimê got, “Yusra Sukaya ji zarokatiya xwe di bin zextekî mezin de bû û di dawiyê de jî bu qurbanê vê zext û tundiyê.” Yildirim da diyarkirin ku, di kuştina Yusrayê de parek mezin ya malbatê, derdor û sîstemê heye. Yildirim destnîşan kir ku, ev bûyer bi awayek plankirî û organize kirî hatiye kirin. Yildirim bilêv kir ku, “Em hemû bi hev re li dijî çanda desthilat ya zilam ku pêkanînên dervey mirovî li hemberî jinê rewa dibîne rawestin. Eger em li hember dernekevin em dê mirovahiya xwe winda bikin. Qetilkirina jinekê qetilkirina me ye.”

Parêzer Gulşen Çelebî jî ku di aliyê hiqûqî de li dozên tundî, pêkûtî û qetilkirinên jinan dinêre, di derbarê doza Yusra Sukaya de agahî dan. Çelebî da diyarkirin ku, Mehmet Sukaya li Tirkiyeyê hatiye girtin û pêwîste jin di aliyê hiqûqî de li mafê xwe bigerin. Çalakiya protestoyî ku tê de pankarta “Mafê çarenûsa jinan heye. Bedena jinê aydê jinê ye” vekirin û sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan.

Li aliyê din jî Yeketiya Jinên Sosyalîst (SKB) Rêxistina Belçikayê ya girêdayî AvEG-Kon’ê û Tevgera Jina Kurd bi hev re li ber Sefaretxaneya Fransayê ya li Brukselê ji bo Cansiz, Dogan û Şayelemezê çalakî pêkanîn.

Çalakiya ku li ber Sefaretxaneya Fransa ya li Brukselê di demjimêr 16’an de destpêkir, jinên ku li ber avahiyê kombûn ji bo sê jinên şoreşger edalet xwestin.

Di çalakiyê de  sloganên “Jin edaletê dixwazin”, “Tirkiye faşîst hevkar Fransa”, “Berpirsyarên komkujiyê aşkera bikin” avêtin. Rêxistina Alîkariyê ya Sor ya Belçîkayê jî piştgirî da çalakiyê.