Li Dûîsbûrgê tundiya li ser jinê hate protestokirin

Li Dûîsbûrg  a Elmanyayê bi çalakiya îro ji aliyê Meclîsa Şehîd Asya Yuksel ve hatî lidarxistin, tundiya li ser jinê hate protestokirin.

Ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve çalakiya 14’an a îro seat 17:00’an li Konîg-Heînrîchplatzê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate lidarxistin.

Di çalakiyê de alên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û pankartên tundiya li ser jinê şermezar dikin hatin hilgirtin.

Naciye Tolhildan ya ku di çalakiyê de axivî, tundiya li ser jinê ya ku li Tirkiyê û cîhanê zêde dibin şermezar kir û diyar kir ku tenê di meha Tebaxê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, 23 jin jî bi şêweyek bi guman mirî hatine dîtin û di nava 7 mehan de 157 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin, 86 jin jî bi şêweyek bi guman mirî hatine dîtin.

Tolhildan got: “Em jî weke jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, dewleta Tirk û çeteyên hevkarên wan ên bi hîşmendiya tecawizkar şermezar dikin û bang li gel, jin û civaka navnetewî dikin ku hîşyar bin.”

Tolhildan bibîr xist ku Tirkiye û çeteyên tecawizkar ên hevkarên wan di van demên dawî de li Efrîn û Serêkaniyê li dijî jinan revandin, tecawiz, êşkenceya tazî pêktînin û got ev hemû li ber çavê cîhanê tê kirin lê dema mijar bû Kurd hemû kes bêdeng dimînin.

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Ji bo tundiya li ser jinê na”, “Jin, Jiyan, Azadî” û banga ji bo tevlîbûna meşa 12’ê Îlonê ya li Dusseldorfê ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re bi dawî bû.