Li Dûîsbûrg û Stûttgartê ji bo ‘Darizandina dîktator’ îmze hatin komkirin
Li Dûîsbûrg û Stûttgartê di çarçoveya pêngava “100 sedem ji bo darizandina dîktator” de, çalakî hatin lidarxistin.
Li Dûîsbûrg û Stûttgartê di çarçoveya pêngava “100 sedem ji bo darizandina dîktator” de, çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Dûîsbûrg û Stuûttgart ên Elmanyayê, di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” de, çalakî hatin lidarxistin û îmze kom kirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve, çalakiya ku di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” ku ji aliyê TJK-E’yê ve hatî destpêkirin de, di hefteya 4’an de dom dike.
Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve hatî lidarxistin, di navbera seat 16:00-17:00’an de li ber Dûîsbûrg Forûmê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî, axaftin hatin kirin û îmze komkirin.
Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya ku roja Şemiyê 06’ê Sibatê li Konîgstrê ya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî” bi dawî bû.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê jî Yekbûyiyên Însiyatîfa Jinan a Meryem di çarçoveya pêngavê de çalakiyek lidar xist.
Di çalakiya ku Yebûyiyên Însiyatîfa Jinan a Meryem lidar xistî de, ji bo pêngava “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” bi sedan îmze hatin komkirin.