Li dijî tundiya polîsan a li ser nûçegihanên jin kampanya

CFWIJ li dijî tundiya polîsan a li ser nûçegihanên jin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û bang kir ku her kes tevlî kampanyayê bibe.

Koalîsyona Nûçegihanên Jin (CFWIJ) li dijî zexta polîsan a li ser nûçegihanên jin, li dijî hêza bêrêje ya li ser nûçegihanên jin ên li pey nûçeyan û tundiya fizîkî kampamyaya îmzeyan dane destpêkirin.

D metna îmzeyan de hate gotin ji serê 2021'an û wir ve polîsên Tirk tundî li ser 44 nûçegihanan kiriye, 13 nûçegihanên jin dema li pey nûçeyan bûn hatine destgîrkirin.
 
Di deqa îmzeyan de hate gotin li Tirkiyê îsal her roj polîsan tundî li ser nûçegihanên jin kiriye, li gorî daneyên sala 2020'an, tundiya li ser jinan 158,82 ji 100'î zêdetir bûye.

Di deqa daxuyaniyê de hate gotin, ''Li dijî van hemû desttêwerdanan em CFWIJ ji bo ku em li cem nûçegihanên jin bin, ku hewl tê dayin bi destê daraz, dewlet û polîsan tenê werin hiştin, bang li her kesî dikin ku tevlî kampanyaya me ya îmzeyan bibin. Di rewşeke wiha de ku em dixwazin nûçegihanên jin azad bin û bi ewle bijîn, bi etîketa #GuvendeDegiliz (Ewlehiya me nîne)destekê bidin nûçegihanên jin, ji bo ku cihêrengiya civakî çêbibe, îmzeyê bidin.''

Wekîlên HDP'ê Oya Ersoy, Tulay Hatîmogullari, Filîz Kerestecîgolu Serpîl Kemalbay, Zeynel Ozen û wekîlên CHP'ê Alî Şke û Turan Aydogan parêzer, aktivîstên jin destek dane kampanyayê.

Mirov dikare ji vê lînkê destekê bide kampanyayê:https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSevql6XQ5gRJ7QXYU6cG0OGv5ghmxYDtj9ukVtiHK6MzRgpIQ/viewform