'Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civaka azad e'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir ku li dijî her şêweyên êrişan divê jin bi mafê xwe yê xweparastinê rabin û got, li dijî qirkirina jinê wê jin û civaka azad biparêzin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken beşdarî bernameyeke qenala Medya Haberê bû û bersiv da pirsên Mûstafa Karaman.

Rûken destpêkê bal kişand ser rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku ev rapor kêm e.

Rûken bi bîr xist ku rapor tenê ji nirxandin û tespîtan pêk tê û got, "Di rewşa heyî de nirxandina CPT girîng jî be, berpirsyariya wê saziyê ew e ku divê li gorî cidiyet û berpirsyariya xwe gavê biavêje. Sîstema tecrîd, îzolasyon û êşkenceê ya li ser Rêber Apo 21 sal li pey xwe hişt, ketiye sala 22'an. Bêguman li dijî vê yekê divê jin, gel, tevgera jinê têkoşînê mezintir bikin."

Rûken diyar kir, "Rêber Apo pêşengiyê ji gelan re, ji têkoşîna mirovahiyê re dike. Lewma tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina gelan û Rojhilata Navîn e. Me, jinan ti carî ev tecrîd qebûl nekirin, li dijî tecrîdê me têkoşîneke bêhempa meşandin û ji niha û pê ve jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."

'EM Ê BI AZADKIRINA KURDISTANÊ TOLA LEYLA AGIRÎ HILÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Rûken, endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî bi bîr anî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişeke hewayî de şehîd bû.

Rûken got, "Êriş çi dibe bila bibe, me çiqasî bikujin jî jin wê ti carî dest ji sekna azadiyê, dest ji têkoşîna azadiyê bernedin. Ji ber ku hevala Leyla hevrêyeke jin a welê bû ku di nava her şert û mercî de têkoşîna azadiya jinê dimeşand. Şagirteke baş a Rêberê me bû ku hevpeymaneke rast bi Rêbertî re çêkiribû. Hevrê Leyla ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xwedî danheviyeke entelektuel bû. Şoreşgerek bû, milîtanek bû."

Rûken destnîşan kir ku ew bi hêrs in, ji bo xurtkirina têkoşînê bi biryar in û got, "Em ê bi çalakiyê tola hevala Leyla hilînin. Hilanîna tola hevala Leyla wê bi rêxistinbûnê bibe. Hilanîna tola hevala Leyla wê bi azadkirina Kurdistanê bibe. Wê bi avakirina jiyana azad a demokratîk bibe. Em ê paradîgmaya neteweya demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê ava bikin û teqez bi ser bikevin."

'DESTAVÊTIN Û ÊRIŞÊN DAGIKERIYÊ BI PLAN TÊN KIRIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken bal kişand ser pêwendiya navbera êriş û destavêtina li dijî jinê û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Êrişên li dijî jinan û êrişên li çar parçeyên Kurdistanê tên kirin ji hev cuda nînin. Beriya her tiştî êrişên ji bo dagirkirin, desteserkirin û qirkirinê li sê parçeyên Kurdistanê tên girankirin. Lewma di vê demê de ku polîtîkaya tasfiye û tunekirinê ya li dijî PKK'ê tê meşandin, bêguman gelê me û gerîla bi berxwedaneke topyekûn bersivê didin konsepta înkar û tunekirinê. Berxwedaneke mezin tê nîşandan."

'TÊKOŞÎNA PKK'Ê TÊKOŞÎNA JINÊ YE'

Rûken anî ziman ku komkujiyên jinan, destavêtina li jinê û kuştina jinan di çarçoveya konsepteke şerê taybet de tê meşandin û diyar kir, "Beşeke mezin a êrişên li dijî gelê Kurd li dijî jinên Kurd tên kirin. Destpêkirina van êrişan jî ji aliyê serçete Suleyman Soylû ve hate ragihandin. Serçete got, 'Zêdeyî nîvê endamên têkoşîna PKK'ê jin in, PKK têkoşîneke jinê ye'. Dibe ku yekane gotina rast e ku vî serçeteyî di tevahiya jiyana xwe de gotiye. Rastî bi vî rengî ye, PKK têkoşîneke jinê ye. Beşeke mezin a PKK'ê ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Jin kedeke mezin didin. Li qadên civakî, siyasî û leşkerî rewş bi vî rengî ye."

'DIVÊ JINÊN KURD XWE LI DIJÎ ÊRIŞAN BIPARÊZIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken destnîşan kir, hêza jinên Kurd hene ku bersivê bidin êrişên şerê taybet, komkujî û destavêtinê û got, "Ti carî kesî nekariye bi nirxên jinên Kurd, bi nirxên gelê Kurd bilîze. Kesî nekariye vê çandê xera bike. Kesî nekariye gelê Kurd ji nirxên wan dûr bixîne. Gelo ji wan heye ku bi destavêtin û kuştinê wê karibin jinên Kurd bêdeng bikin? Wê karibin jinên Kurd ji têkoşînê dûr bixînin? Ya jî hesabê vê dikin? Teqez şaş in. Jinên Kurd êdî ne di wê astê de ne ku li malê rûnên. Rastiyeke xwe hene ku jinên Kurd bi paradîgmaya Rêber Apo polîtîk bûne û xwe bi rêxistin kirine."

Rûken destnîşan kir ku li dijî her bûyereke destavêtinê divê jinên Kurd, ciwanên Kurd, bi giştî gelê Kurd sekna xweparastinê nîşan bidin.

'LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ DEMA PARASTINA CIVAKA AZAD E'

Zerîn Rûken bal kişand ser kampanyaya KJK'ê û got, "Kampanyaya me ku beriya demekê dest pê kir li parçeyên Kurdistanê dewam dike. Êrişên li dijî jinê di asta qirkirinê de ne. Weke qirkirina jinê ye. Me di demên cuda de kampanya meşandin. Armanca îro ya van kampanyayan parastina jin û civaka azad e. Lewma divê tevgera jinê li dijî her şêwe êrişên li dijî jinê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bîne."

Rûken diyar kir ku pêwîstî bi mezinkirina kampanyaya wan heye û got, "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Karên bingehîn ên sedsala 21'ê karên jinê ye ku li dijî şerê taybet karekî mezin e û hêviyeke mezin diafirîne. Pêwîstî bi wê yekê heye ku em bêhtir giraniyê bidin ser azadiya Rêberê xwe û vê kampanyayê mezin bikin. Azadiya Rêber Apo bernameya bingehîn a tevgera jinê ye. Li dijî jinan konsepteke şerê taybet heye û ev yek tê meşandin. Lewma bang dikim ku ji bo bicihanîna hesreta Leyla Agiriyan, ji bo afirandina jiyana azad em têkoşînê mezin bikin."