Li Dersimê pîrozbahiya 8'ê Adarê

Platforma Jinan a Dersimê 8'ê Adarê pîroz kir.

Platforma Jinan a Dersimê bi çarçoweya 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Kuçeya Hunerê meşek li dar xist. Jinan dowîzên, ''bijî piştevaniya jinan'', ''jin jiyan azadî'', 'Gulîstan Doku li kûderê ye'' hildan. Her wiha pankarta bi nivîsa,''Li dijî krîz, komkujî, tundiyê em berxwedanê, têkoşîna ji bo aştiyê geş bikin'' vekirin.

Di axaftinan de hate gotin şer, koçberî û mirin pir zêde bûne, ''ev ê wiha neçe'' û ''jin serê xwe li ber zextan natewînin, li her deverê li ber xwe didin û dîrokê diafirînin.''

Her wiha hate nebedîbûna xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku hate bibîrxistin û hate gotin tê xwestin jinan di nav tundî, tacîz, tecawizê de asê bikin.