Li Den Haag û Brukselê çalakiyên "em edaletê dixwazin"

Li Den Haag û Brukselê çalakiyên "em edaletê dixwazin"

Ronînekirina kiryarên komkujiya Parîsê, li gelek welatên Ewrûpayê tê şermezarkirin. Di roja 154. a komkujiyê de Kurdistaniyan xwestin, komkujî bê ronîkirin.

Li bajarê Holanda Den Haagê, li ber konsolosa Fransayê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji Amsterdamê gelek jin amade bûn û pankarta bi nivîsa "Ev 154 roj in dewleta Fransayê der heqê komkujiyê de daxuyanî nedaye, gelo bêdengiya wê, hevkariya wê ya guneh e" hat vekirin. Di pankartê de wêneyên siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê roja 9'ê Çileyê bi hovane hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û leyla Şaylemez, cih girtin.

Di çalakiyê de hat xwestin ku dewleta Fransayê tavilê vê bêdengiya xwe bi dawî bike û hat destnîşankirin ku jinên Kurd ên li Holandayê heta komkujî ronî bibe, ewê çalakiya xwe dewam bikin.

LI BRUKSELÊ LI BER KONSOLOSA FRANSAYÊ ÇALAKÎ

Kurdistaniyan li paytexta Belçîka Brukselê li ber konsolosa Fransayê çalakî lidar xistin.

Di çalakiya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Belçîkayê ve hat organîzekirin, li gel endamê KNK'ê Elî Yîgît, Serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Belçîkayê (FEK-BEL) Salîh Ûçar, gelek kes amade bûn. 

Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku heta komkujî bi tevahiya detayên xwe bê ronîkirin, ewê çalakiyên xwe dewam bikin.

Jinan dûre çelengek reş a li ser "em edaletê dixwazin" nivîsandî, danîn ber konsolosê û dawî li çalakiya xwe anîn.