Li Danîmarkayê çalakiya 8'ê Adarê
Li bajarê Îshoj ê Danîmarkayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Îshoj ê Danîmarkayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin.
Meclîsa Jinên Kurd Sêvê ya Danîmarkayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek lidar xist.
Çalakî bi beşdariya gelek jinan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hat xwendin û piştre sînevîzyonek li ser berxwedana jinên Kurd hat nîşandan.
Di şevê de her wiha li ser navê Meclîsa civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê Muzeyyen Baran axivî û got, "Polîtîkaya qirêj a desthilatdariya AKP/MHP li dijî gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dimeşîne, çeteyên PDK'ê jî xistiye nava xwe. Em êrîşa li dijî Şengalê bi tundî şermezar dikin û bang li Barzanî dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya xayintî û nokeriyê berde."
Qisekeran bal kişandin ser girîngiya 8'ê Adarê û kampanya 'NA' ya di referandûmê de û ragihandin, divê di referandûmê de hesabê Dayika Taybet û Cemîle ya 10 salî bê pirsîn.
Çalakî bi hunera koma Danîmarkî Frî Galaxe, Hozan Fîgen, Bêrîvan Arî û Mûrat Kuçukavci qediya.