Li Colemergê mafê jinan û meran yek e, mafê gotinê ya wan e. Jinan li qadên çandinî, karê destan û sporê jî jin xwe didin axaftin. Di demeke wiha de ku tundiya li ser jinê zêde bûye û jin di nav malê de têne asêkirin, Heybet Tekçe di lîstika gokê de hakemiyê dike.
Tekçe hê dema 10 salî li Rihayê bi desteka malbata xwe bi bi lîstika basketê dest bi jiyana sporê dike, di 11 saliya xwe de dikeve hilbijartinên amator. Piştre jî vedigere Colemêrgê.
Tekçe dibêje piştî ku 2 salan navberê dide ji lîstika baskêtê derbasî badmîntonê dibe, her çendî ji branşa xwe dûr ketibe jî ji sporê dûr nakeve, dema ku ew li azmûnê dixebitî li Colemêrgê lîseya sporê vedibe û biryar li ser da ku weke karîyerê sporê hilbijêrê. Tekçe dibêje dema serlêdanê, jin ji mêran zêdetir bûn û ev ji bo wan jinan ku ji bo lîseya sporê xwêdan didin kêfxweşiyeke nedîtî bû. Tekçe dibeje di wê azmûnê de her çendî ew raqîbên hev bûn jî bi fikra ku ew ê bibin hevalên hev ên yek tîmê hemûyan destek dida hev.
Tekçe diyar kir di pola sêyan de wê dest bi hakemtiyê kiriye, gava pêşî zor bûye, di pêvajoya perwerdehiyê de zor lêbûye. Tekçe diyar kir beriya wê gavê carekê jî li lîstika gokê neneriye û got, “Lê min biryar li ser dabû ku ji ya xwe neyêm xwarê. Gelek kesên ku di antrêmanên hakemtiyê de didîtin digotin, ‘wê berdin, sporvan wê pe li van bikin, çi ji lîstika gokê fêhm dikin’ lê nizanîbûn ku van gotinan zêdetir qewet dida me.
Tekçe her wiha diyar kir her carê hakem hebûn ku destek didane wan û got, “Colemêrg cihekî wiha ye, di qada sporê de dema ku mirov gavekê davêje, ji yên ku rexneyê tînin zêdetir destekvanên mirov hene. Rêvebirina mêran destpêkê zor bû. Dema lîstikê min derûniya giran a spornasan dît. Lê bi demê re hîn bûn, heke gava te şaş be jî, bi biryardarî ji xwe bawer bî, agirê li pêşiya mirov, ti caran mirov naşewitîne.”
Tekçe bi berdewamî diyar kir ew ji hakemtiyê hez dike, li vê qada sporê hijmara jinan her ku diçe zêdetir dibe, ew bi vê şanaz in û li ser zehmetiya ku dijîn got, “Di vê cimetê de em hemû raqîbên hev in lê em bi vî çavî li hev nanêrin. Heke ji rexneyê re ne vekirî bî, hakemtî ji bo mirov zor e. Heke ne hişk bî bi rastî jî zor e.
Di pêvajoya hakemtiyê de yên ku desteka mezin dane min diya min û birayê min bû. Gotinên civakê, pêşdaraz, gotinên giran, nekarîn ku ez ji rêya xwe vegerim. Gelek lîstikvanên mêr zexta giran a derûnî kirin lê ez ji ya xwe nehatim xwarê, he jê derketim. Ez vî karî pêşniyarî gelek jinan dikim. Ji ber ku lîstika gogê û hakemtî ne tenê karê mêran e. Her jina jixwebawer divê bala xwe bide vê sporê.”