Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA-Starê 8’ê Adarê pîroz kirin

Gerîlayên YJA-Starê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Çiyayên Kurdistanê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi merasîmeke leşkerî dest pê kir, Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Emîne Erciyes û yek ji Fermandara YJA-Starê Têkoşîn Gever, Zelal Harûn û Roza Tolhildan li pîrozbahiyê hazir bûn.

Erciyes bal kişande ser Berxwedana Serdemê, got, li Efrînê bi berxwedanê 8’ê Adarê tê pêşwazîkirin û domand: ‘’Em 8’ê Adarê li Rêber Apo ji çiyayên azad ên Kurdistanê pîroz dikin. Em şervanên ku niha li kozikan şer dikin, hemû şervanên azadiyê, şervanên YGP-YPJ’ê ku bi rihê Arîn, Avesta Xabûran şer dikin pîroz dikin. Em di şexsê Avesta, Arîn û Delal, Nalînan de hemû şehîdan bi bîr tînin Ên ku em gihandina 8’ê Adarê yên azad şehîdên me ne. 2017 sala dijwar a şer bû, rihê berxwedan û têkoşînê yên vê salê Delal, Berçem, Azê, Gulnazan bi rihê xwe yên têkoşînê nişan dan. Sonda me li van hevalan ew e ku berxwedan were geşkirin û tol were hildan. Ev hevalên me yên şehîd 20-25 salan têkoşîneke bêhempa dan. Em dikarin dîroka vê têkoşînê weke jiyana ku heqê wê hatiye dayin bi nav bikin. Mîrateya wan ji bo me azadî ava kiriye. 8’ê Adarê li Amerîkayê 129 jin hatine kuştin. Lê komkujiyê nekariya ku berxwedaniya jinê bişkîne.’’

Erciyes got hêzên kapîtalîst nekarî ne ku hêza berxwedanê ya jinê tine bikin û rawestînin û wiha domand: ‘’Berevajî vê, jinan têkoşîna xwe geştir kirin. 8’ê Adarê kirin roja cejn û berxwedanê. Ev komkujî çawa ku li hemû dinyayê bi nav û deng bû, berxwedana Efrînê jî wiha dibe. Îro çawa ku berxwedana jinên Amerîkaya Latîn bi xwedî dibe û ev 8’ê Adarê wê bibe 8’ê Adarê ya Efrînê. Berxwedan yekîtî û civakîbûnê bi xwe re tîne. Em ji vir hemû jinên berxwedêr ên dinyayê slav dikin, cejna berxwedanê pîroz dikin.’’

Yek ji fermandara YJA-Starê Roza Tolhildan jî got, ‘’8’ê Adarê li gel hemû astengî û şertên giran jî hate pîrozkirin û gerîla astengiyan nas nakin’ û got, ‘’Bi taybetî jî 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkdar ên Cîhanê pîroz dikim. Bi taybetî jî li jinên ku li Efrînê di kozikan de li ber xwe didin.’’

Tolhildan got gerîla bi berxwedana Erînê, bi coşiya wê 8’ê Adarê pîroz dikin û got, ‘’Gerîla di şertên şoreşger de astengan nas nake. Niha şerekî giran heye. AKP’ê dewleta bi dest xistiye, ling daye teknîkê û ha ha dibêje me qedand. Lê ev nabe asteng li ber me. Dijmin dibêjin, em nahêlin ku hilmekê bistînin. Lê li gel hemû şertan, êrîşan jî li hemû deverên Kurdistanê bi coşiyeke mezin cejna berxwedanê tê pîroz kirin. Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiyê. Bi vê hêviyê cejna 8’ê Adarê li gel û hevrêyan pîroz dikim.’’