Li Brukselê rêxistinên jinan li dijî tundiyê çalakî li dar xistin

Komek jinên Kurd, Îranî, Tirk û Belçîkî yên ku li paytexta Belçîka Brukselê li hev kom bûn, ji bo rawestandina tundiya li ser jinê çalakiyek li dar xistin.

Jin ên ku li ber gara trenê ya navendî kom bûn, wêenyên ku tundiyê û asta wê ya gerdûnî şermezar dikin pêşkêş kirin. Çalakî ji hêla Tevgera Jina Kurd a Ewropa, Yekgirtina Jinên Sosyalîst, Rêxistina Jinê ya 8’ê Adarê û Enstîtuya Kurd a Brukselê hat organîzekirin.

Di çalakiyê de bi taybet wêneyên ku tundiya li dijî jinê derdixin pêş bal kişandin. Di çalakiyê de sepanînên dijî jinê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat protestokirin.

Tevgera Jina Kurd her wiha ji bo girtiyên jin ên li girtîgehên Tirk, kart amade kirin. Di danezana çalakiyê de bang li tevahî jinan hat kirin ku li dijî tundiyê bibin yek.

Jinan destnîşan kirin ku paralelî gerdûnîbûyina tundiya li ser jinê, têkoşîna jinê jjî ji Hîndîstanê heta Londonê, Misrê heta Tirkiyeyê û ji DYA heta Kobanê berbelav bûye.