Li Brûkselê peykera Jîna Emînî danîn

Ji bo yekemîn salvegera qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, li bajarê Brûkselê bi pêşengtiya komîteya Jin Jiyan Azadî, peykera Jîna Emînî hat danîn.

Ji bo yekemîn salvegera qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, bi pêşengtiya komîteya Jin, Jiyan, Azadî ya Belçîkayê, peykera Jîna Emînî li parka şaredariya taxa Woluwe St-Pîerre ya li paytexta Belçîkayê Brûkselê danîn. Komên çepgir, alîgirên demokrasî û aştiyê ji bo Îran û komek Kurdistanî beşdarî merasîma danîna peykerê bûn.

Li ser navê şaredariyê wiha hate gotin: “Em bi danîna peykera jinek Kurd li taxa xwe serbilind in. Ji ber ku Jîna Emînî sembola serhildan û şoreşa, Jin, Jiyan, Azadî ye. Ji bo me cihê serbilindiyê ye.”

Her wiha di dema merasîma danîna peykerê de hin çalakvanên siyasî jî peyamên piştgiriyê dan.

Piştî danîna peykerê pifdankên kesk-sor-zer berdan hewayê.