Li Bremen bi hezaran ji bo 8’ê Adarê meşiyan
Li bajarê Bremen ê Elmanyaê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dirûşma “Ji bo Qirkirina Jin û Jinan û Brakujiyê re Na, Ji Diktatoriya Erdogan/AKP’ê re NA” meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyaê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dirûşma “Ji bo Qirkirina Jin û Jinan û Brakujiyê re Na, Ji Diktatoriya Erdogan/AKP’ê re NA” meşek hate lidarxistin.
Di meşa ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê ya li Bremenê hate lidarxistin de bi hezaran kes beşdar bûn.
Meşa ku ji pêşiya HBF Bremenê destpê kir hate Parlemetoya Eyaletê dewam kir. Li pêşiya Parlementoya Eyaletê mîtîngek hate lidarxistin.
Li gel saziyên Kurdan, Parlemetera Partiya Çep Cansû Ozdemîr, Dorîs Avhelwîlm, rêveberên Partiya Çep a Eyaletê, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê, Forma Aştiyê ya Bremen û komên femînîst jî di nav de gelek sazî û kesayet beşdarî meşê bûn.
Jin bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî meşê bûn, pankartên ku balê kişandin ser êrîşên li gundê Xerabê Bava û Şengalê bilind kirin û dirûşim qîr kirin.
Di çalakiyê de bang li Serokê PDK’ê Mestût Barzanî hate kirin ku nebe pêlîstoka polîtîkayên qirêj ên Erdogan û wiha hate gotin: “Jin ji bo lîstikên te yên qirêj vala derbixin, wê têkoşînê bilind bike û bidomîne.”
Di aktivîteyê de Parlemetera Partiya Çep û siyasetmedara jin a Kurd Sevahîr Bayndir jî axaftin kirin.
Aktivîteya 8’ê Adarê, bi guhdarkirian koroya zarokan a Aram Tîgran ve bi dawî bû.