Li Bodrûmê jinek hate kuştin
Li navçeya Bodrûm a Mûglayê, Krîstîna Novytska ya ji Ûkraynayê, li mala xwe kuştî hate dîtin.
Li navçeya Bodrûm a Mûglayê, Krîstîna Novytska ya ji Ûkraynayê, li mala xwe kuştî hate dîtin.
Krîstîna Novytska (25) ya ji Ûkraynayê, ku li taxa Eskîçeşme ya navçeya Bodrûmê ya Mûglayê dima, li mala xwe mirî hate dîtin.
Piştî ku bûyer hate ragihandin, polîs û tîmên tenduristiyê yên hatin malê, dîtin ku destên Novytska ji pişt ve kelepçekirî ne û bi vî rengî jiyana xwe ji dest daye.
Têkildarî mirina Novytska îfadeya 2 kesan hate girtin ku herî dawî 30'ê Kanûnê pê re hatibûn dîtin. Piştî lêkolîna dozgerê komarê, cenazeyê Novytska ji Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê re hate şandin.