Li Berlînê panela 8'ê Adarê
Amadekariyên jinên li Berlînê ji bo 8'ê Adarê dewam dikin. Li bajêr panelek hat lidarxistin û ji bo mîtînga 8'ê Adarê banga tevlîbûnê hat kirin.
Amadekariyên jinên li Berlînê ji bo 8'ê Adarê dewam dikin. Li bajêr panelek hat lidarxistin û ji bo mîtînga 8'ê Adarê banga tevlîbûnê hat kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, amadekariyên ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam dikin.
Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Meclîsa Jinê ya HDK-Berlîn û Meclîsa Jinê ya PYD Berlîn, li ser 8'ê Adarê panelek lidar xistin. Panel ji aliyê Kûdret Işik ve hat birêvebirin û Hevberdevka HDK-Berlîn Mehtap Erol, Nûnera Meclîsa Jinê ya Berlînê Dest-Dan Sûsanna Rasslîng û endama TJK-E Nûpel Mûnzûr weke qiseker beşdar bûn.
Qiseker li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê sekinînin û ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kirin.
Nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst Seher Yeter û Nûnera Meclîsa Jinê ya PYD Berlînê Leyla Ahmed jî li vir axivîn.
Di dawiya axaftinan de lîstika şano, govend hatin pêşkêşkirin û Hozan Zohre Kûrtalan û Mûstafa Acioglû derketin ser dikê.
Panel bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bimire koletî" qediya.