Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 2’yemîn a li Berlîn a paytexta Elmanyayê, ji aliyê Tevna Jin Siberojê Dihûnin ve bi şiara “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê ye” hat lidarxistin, du roj in berdewam e. Di konferansê de Kader Ortakaya ku sala 2014’ê dema ku ji bo piştgiriyê bide Kobanê li sînor nobet digirt ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hat bibîranîn. Hemû girtiyên siyasî û Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci hat silavkirin ku ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk hat girtin.
Konferans, bi peyama bi dîmen a ku KJAR’ê şand, dest pê kir. Bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
PEYAMA KJAR’Ê
Di peyama ku KJAR’ê ji konferansê re şand de, ev tişt hatin gotin: “Di vê pêvajoyê de, têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bê guman ev têkoşîn wê bi serkeftinê bi encam bibe. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, têkoşîna azadiyê li hemû Îranê belav bû. Gelan serî li ber rejîmê rakir û diyar kir ku wê êdî zexta dewletê qebûl nekin. Rejîma Şah, bi berxwedana jinan hat hilweşandin, lê bi rejîma Îslamê re hemû mafên jinan ji wan hatin girtin.
Tevî vê dîktatoriya 43 salan, jinan dest ji berxwedanê neberda. Bi sedan jin hatin girtin, dest dirêjê wan hat kirin û hatin êşkencekirin lê ranewestiyan. Qetilkirina Jîna bû dilopa dawîn û bi hezaran jin daketin qadan. Têkoşîna jinan a li Kurdistanê, îro li hemû cîhanê belav bû. Em ê tekez tola Jînayê hilînin. ‘Jin jiyan azadî’ êdî nûneriya şoreşeke cîhanî dike û her kes xwe di vê şoreşê de dibîne. Mêr jî li kolanan vê dirûşmeyê berz dikin, ji ber ku ew jî dizanin ku azadiya civakê bi azadiya jinan e.
‘Jin jiyan azadî’ mîrateya berxwedana 40 salan e. Berhema keda Serok Apo ye ku ji bo azadiyê daye. Em bawer dikin ku di vê konferansê de wê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’, bi ruh û can bibe. Em KJAR, we bi baweriya azadiyê silav dikin û soz dikin ku em ê têkoşînê bigihînin serkeftinê.”
‘BI KEDA ABDULLAH OCALAN, ŞOREŞA ROJAVA PÊK HAT‘
Moderator nivîskar-aktîvîst Rahîla Gûpta ku ji Îngilistanê tev li konferansê bû, axaftina destpêkirina konferansê kir. Rahîla Gûpta qala bihêzkirina têkoşîna li dijî êrîşên pergala mêrserwer a li ser jinê kir û bal kişand ser giringiya têkoşîna îdeolojîk û entelektuel a li dijî mêtingeriya dîrokî kir.
Rahîla Gûpta anî ziman ku ku bi tevlêbûna konferansê kêfxweş bûye û destnîşan kir jiyana ku ew dixwazin ne derasayî ye, wê bi şoreşê pêk bê. Gûpta Şoreşa Rojava a li nava Sûriyeyê de pêş ketî, bi bîr xist û got ku Şoreşa Rojava ji bo hemû cîhanê bû îlham. Gûpta got ku têkoşîna jinên Kurd û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şoreşa Rojava derxist holê.
‘DEWLET TEVGERÊN FAŞÎST BI HÊZ DIKE‘
Di beşa yekem a bi sernavê “Derbaskirina parçekirina ku hişmendiya mêrserwer ava kir: Ref, Neteweperestî, Olperestî” hat pêkanîn de, civaknas-nivîskar Dîlar Dîrîk axivî û behs kir ku wê jin çawa xwe ji fikrên pergela mêrserwer azad bikin. Dîrîk di şexsê Nagihan Akarsel de ya li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku di demên dawî de ji bo ku dewlet li ser jinan û gelên azadîxwaz zextê pêk bîne, tevgerên faşîst bi hêz dike. Dîlar Dîrîk got ku divê hişmendiya ku faşîzmê normalîze dike, bê fêmkirin û wiha pê de çû: “Li dijî faşîzmê, geşbûnek di nava tevgera azadiya jinan de jî heye. Îro em dibin şahidê pêvajoyek a weke ku dirûşmeyên şoreşa radîkal hundirê xwe vala dikin. Saziyên cinawir ên weke CIA û NATO’yê reklamên xwe yên weke ku piştgiriyê didin jinan dikin. Mînak di sînemaya Hollywood de, cih didin dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ û jinên Kurd, lê li aliyê din jî piştgirtgiriyê didin qetlîamên bi çekên kîmyewî. Li dijî vê yekê sekna me ya îdeolojîk pir giring e. Ji ber ku dewlet hewil didin ku tevgerên civakî, li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.
Li Elmanyayê niha têkildarê çima ku mirov tev li DAÎŞ’ê dibin, dadgeh hene. Lê pirsa pêwîst a ku divê bê kirin, ji nedîtî ve tên. Kîjan welatan piştgirî dan mezinbûna DAÎŞ’ê? Eger em pirsên pêwîst nekin, wê her sal DAÎŞ’ek derbikeve. Mînak Katarê pişgiriya çekan da rêxistinên wek El Nûsra û Talîbanê, lê welatên rojavayî weke ku tu tişt nebûye lîstikên kûpaya cîhanî dan Katarê. Welatên weke Katar û Tirkiyeyê, bê piştgiriya welatên rojavayî nikarin tu tişt bikin. Tirkiye rûyê rast ê NATO’yê ye. Mînak qetilkirina Hevrîn Xelef a li Sûriyeyê, bi piştgiriya NATO’yê çêbû. Dema ku dewleta Tirk êrîşê Rojava kir, bêdengiyek hebû. Wezîra Elman jî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz dike, lê di heman demê de piştgiriyê didin êrîşên dewleta Tirk û polîtîkayên li dijî jinan. Haya welatiyên welatên rojavayî jê nîn e ku dewletên wan piştgiriyê didin kê. Divê her jina ku li Ewropayê pirsa ‘Hikûmet bi kîjan rêyan piştgiriyê didin mezinbûna komên weke DAÎŞ’ê’ bike.“
‘YEMEN TÊKILDARÎ MAFÊN JINAN, YEK JI WELATÊN HERÎ XIRAB E‘
Li ser navê Navenda Lêkolînên Piştgiriya Stratejîk a Jin û Zarokan Dr. Anjîla al-Maamarî axivî û bal kişand ser zorî û zextên ku jin li Yemenê dijîn. Dr. Anjîla al-Maamarî got ku şoreş û têkoşîna jinan, tevî hemû zextan dewam dike û diyar kir ku li Yemenê tevî tevgerên jinan jî hîna aştî pêk nehatiye. Anjîla al-Maamarî destnîşan kir ku li yemenê ji ber şerê bi 8 salan, bi hezaran jin koçber bûne û anî ziman ku jin di ketina nava qada civakî de, rû bi rûyê pirsgirêkên cidî dibin. Anjîla got ku jin di bi cih bûna pêvajoyên biryar dayînê de bi israr in û teqez kir ku Yemen têkildarê mafên jinan, yek ji welatên herî xirab e.
‘EM NEVIYÊN DAYIKÊN PLAZA DE MAYO NE‘
Nivîskar, rojnamevan û femînîst Marta Dîllon a ji tevgera NîÛnaMenos’ê diyar kir ku ew li ser navê jinên li Arjantînê ji bo mafê xwe yê av û axê li ber mêtinkaran têdikoşin tev li konferansê bûye û got: “Em neviyên Dayikên Plaza De Mayo ne ku li hestiyên zarokên xwe yên gerîla ku Emerîkaya Latîn hatine qetilkirin digerin. Em hevrêyên gerîlayên li serê çiyayên Kurdistanê ne jî.“
‘LI ROJAVA KEVNEŞOPIYEKE TÊKOŞÎNÊ YA DÎROKÎ HEYE‘
Ji Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya jî bi bibîranîna Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ku li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir û di şexsê Şebnem Korûr Fîncanci de silav hemû girtiyan kir. Kaya, îşaret bi sosyolojiya azadiyê kir ku rêyeke xelasiyê ya jinan e û wiha got: “Li Rojava pergaleke demokratîk ava bû, lê li Misirê jî hikûmeteke berdewamiya rejîma dîktatoriyê ava bû. Lewre li Rojava kevneşopiyeke têkoşînê ya dîrokî û îdeolojîk heye. Lewma derfeta şoreşê çêbû.“
Aktîvîsta femînîst û Profesora Felsefeyê Jûles Falqûet a ji Fransayê tev li konferansê bû, bal kişand ser zehmetiyên jinên penaber rû bi rû dibin.
‘ERKA ME YE KU EM DESTKEFTIYÊN JINAN BIPARÊZIN’
Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Denîz Abûkan jî axivî û got: “Xelasiya jinan, bi têkoşîna yekbûyî ya jinan e. Rêya yekan e têkoşîna bi hevparî ye. Netewe dewlet ketine wê hewilê ku fatûreya krîza tê de ne li jinan bibirin. Em jinên Kurd, felsefeya xwe ya jiyanê ji paradîgma demokratîk, ekolojîk a azadîxwaziya jinan digirin. Bi saya belavbûna pergala hevserokatiyê li cîhanê ku tevgera jinên azad afirandiye, jin, bûn hêza çareseriyê. Hevserokatî, destfkeftiyeke jinan e.“
‘EZ NE LI SER NAVÊ DYE’YÊ LÊ LI SER NAVÊ JINÊN REŞIK LI VIR IM’
Aktîvîst, nivîskar û hunermend Jade Danîels a ji tevgera jinên reşik, diyar kir ku wê ji Efxanistanê ta bi Kurdistanê gel wê teqez azad bibin. Danîels got ku ji DYE’yê bi tenê ew li konferansê ye lê ew ne li ser navê DYE’yê, li ser navên gelên bindest û jinên reşik li konferansê ye.
‘LI BER ÇAVÊN CÎHANÊ ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ LI KURDISTANÊ TÊN BIKARANÎN‘
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah anî ziman ku konferans gavekê dîrokî ye û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên we yên bi ser Rojava de û got: “ Silav li Rêber Apo dikim ku bi saya wî têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan li hemû cîhanê hat naskirin û niha tecrîdkirî ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan her roj gur û geş dibe. Jin ku li ber pergala kapîtalîst û faşîzmê li ber xwe didin her roj rû bi rûyê êrîşan dibin. Li dijî jinên şoreşker ên Kurd ku parastina nirxên mirovahiyê li Kurdistanê dikin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji bo sekinandina şer divê em li hemû cîhanê bi hevparî têbikoşin. Di Şoreşa Rojava de şervanên YPG-YPJ’ê ji bo hemû mirovahiyê têkoşiyan. Bi sedan jinên şoreşker qetil kirin, girtin, êşkence li wan kirin. Ev hemû li ber çavên hemû cîhanê qewimîn. Ji bo parastina Rojava ku bi gelek berdêliyan hatiye bidestxistin divê em hemû bi hevparî têbikoşin. Şoreşa Rojava şoreşa hemû jinan e. Şehîdeke me ya enternasyonel jî Îvana Hoffman e.“
‘BI TENÊ GERÎLAYÊN HPG-YJA STAR’Ê ÊZIDÎ PARASTIN‘
Heza Şengal a nekarî tev li konferansê bibe, peyameke vîdeoyî ji Şengalê şand ji bo konferansê.
Peyama vîdeoyî ya Heza Şengalê wiha bû: “Êş û azad di dîroka jinên Ezidî de gelek in lê têkoşînên wan ên mezin hene. Jinan pêşengî ji Êzidiyan re kir. PDK’a di êrîşa sala 2014’an a DAÎŞ’ê de got ku em ê parastina wê bikin û dewleta Iraqê, Êzidî ji DAÎŞ’ê re berdan. Bi tenê gerîlayên HPG-YJA Star’ê parastina Êzidiyan kir.
Dayik û keç piştî ku hêzên HPG-YJA Star’ê Şengalê rizgar kir, xwe bi rêxistin kir û axa xwe parast û di her warê jiyanê de bûn xwedî maf û hêz. YJŞ, wê heta dawiyê parastina Êzidiyan bike. DAÎŞ’ê qediya lê îcar PDK, Iraq û dewleta Tirk êrîşê Şengalê dikin.“
Vilma Rocío Almendra Quiguanás endama Pûeblos en Camîno ku ji xelkê xwecih ê Kolombiyayê ye tev li konferansê bû, li ser giringiya parastina cewherî nirxandin kirin.