Li Belçîkayê Şehîdên 14’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Li Belçîkayê li bajarê Lîegeyê Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî Şehîdên 14’ê Cotmehê bi bîr anî.

Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê TJK-E’yê Songul Omurcan axivî û got, “Şehîdên 14’ê Cotmehê tê wateya veguherîna têkoşînê ya ku dibe xet. Şehîdên meha Cotmehê, ev rastî afirandin. Di heman demê de mirov dikare bibêje ku şehîdên meha Cotmehê enternasyonalîst in. Ev xeta biratiya gelan, wekhevî û îdeala azadiyê ye.”

Omurcan Sanem Bêrîtan, Helîn Çerkez, Andrea Wolf û Gulnaz Ege bi bîr anî û got, “Dema qala şehîdên Cotmehê tê kirin, fedaîbûn tê bîra mirov. Ev Arîn Mîrkan û Rêvan Kobanî ye. Li hemberî faşîzmê bûne hêvî û ronahî. Tişta ku ev afirandiye jî felsefe û fikrên Rêber Apo ye.”