Li bejahiya Pasûrê teqîn: 5 kes mirin -NÛ BÛ
Li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê di dema derbasbûna wesayitekê de teqînek çêbû. Hate ragihandin ku 5 kes ji ber teqînê mirine.
Li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê di dema derbasbûna wesayitekê de teqînek çêbû. Hate ragihandin ku 5 kes ji ber teqînê mirine.
Li gorî agahiyan teqîn li bejahiya taxa Şawişa ya navçeya Pasûrê rû da.
Di dema derbasbûna wesayitekê teqîn çêbû û li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenaze rakirin Amedê.
Li gorî agahiyan kesên ku mirine ji bo birîna daran çûbûn herêmê. Ji wan Alî Yildiz û Haci Akdenîz cerdevanên teqawîtbûyî bûn.