Li Başûrê Kurdistanê bûyerên xwekuştin û kuştinê ya jinan pir zêde bûye. Li gorî amarên ketine weşanê ji serê meha Mijdarê heta niha bi kêmanî 7 jin hatine qetilkirin. Ev yek jî nîşan dide ku her du rojan jinek hatiye qetilkirin.
Her wiha li Iraqê jî rêjeya bûyerên kuştin-xwekuştin jî zêde bûye. Li gorî daneyên hatin ragihandin ji serê salê heta niha bi kêmanî 700 bûyerên kuştin û xwekuştinê rû dane.
7 JIN HATIN QETILKIRIN Û MÊREK JÎ DAWÎ LI JIYAN XWE ANIYE, 1 JÎ BIRÎNDAR BÛYE
Bûyerên ku ketine weşanê mirov dikare wiha rêz bike:
“5’ê Mijdarê di nava 24 saetan de li bajaroka Tekye û bajaroka Şoreş ên girêdayî Çemçemalê du jinên ciwan ku temenê wan di navbera 14-20 de xwe kuştine.
8’ê Mijdarê li taxa Tavge ya parêzgeha Silêmaniyê, jinek bi navê Derya Caf bi hinceta şerefê ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
10’ê Mijdarê li taxa Qulerîsî ya parzêgeha Silêmaniyê mêrekê hevjîna xwe gulebaran kir û di encamê de hevjîna wî jiyana xwe ji dest da.
Di 11’ê Mijdarê de jî li taxa Bekireco a parêzgeha Silêmaniyê ciwanek bi demanceyê dayîka xwe qetil kir û bi heman demanceyê pişt re dawî li jiyana xwe anî.
12’ê Mijdarê li bajarokê Nemaniye ya parêzgeha Wasitê zilamek gule li dayîk, bav û dapîra xwe barand. Di encamê de dayîk û dapîra wî jiyana xwe ji dest da û bavê wî jî birîndar bû.”
LI GERMIYAN 9 MEHAN 5 BÛYER
Li herêma Germiyan di nava 9 mehên borî de 5 bûyerên xwe kuştin, 4 bûyerên xwe şewitandin, bûyerek şewatê û du bûyerên destdirêjiya zayendî hatine tomarkirin.
BEXDA DAYIK Û 2 KEÇ HATIN QETILKIRIN
8’ê Mijdarê mêrekê li navçeya Kazimiye ya Bexdayê bi hinceta belavkirina mîras di nava mala xwe de dayîk û 2 xwişkên xwe qetil kir.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku kesê ku li herêma Kazimiye ya parêzgeha Bexdayê dayîk û 2 xwişkên xwe qetilkirî, li Herêma Kurdistanê hate girtin.
JI SERÊ SALÊ HETA NIHA 700 BÛYERÊN KUŞTIN Û XWEKUŞTINÊ
Navenda Mafê Mirovan a Iraqê destnîşan kir ku ji serê salê heta niha 700 bûyerên kuştin-xwekuştin li Iraqê hatine tomarkirin. Sala borî 772 bûyerên kuştin-xwekuştin pêk hatibûn.
Li gorî amarên Navenda Mafê Mirovan a Iraqê sala 2016’an 393, sala 2017’an 462, sala 2018’an 530, li sala 2019’an 605 û sala 2020’ê 663 bûyerên kuştin-xwekuştinê pêk hatine.
JI BER SANSÛRÊ KAR LI SER QETILKIRINA JINAN NAYÊ KIRIN
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dabû ku divê weşanên nûçeyên li ser kuştin û dîsa dagirkerî û talanên xwezaya Kurdistanê kar nekin ku rê li ber metirsî û fikaran vedike. Ji ber vê yekê ne weşangerî û ne jî sazî nikarin ji ber vê sansûrê bûyerên kuştin û xwekuştinê dîsa tundiya li ser jinê bişopînin.
QETILKIRINA JINAN BI REWŞÊN CIVAKÎ VE TÊN GIRÊDAN Û SERÎ DIGIRIN
Her diçe ev rêjeya kuştin-xwekuştinê ya li Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Bi taybet bûyerên xweşewitandin, kuştina bi demançe, înxarê zêdetir bûye. Her wiha hem malbat û hem jî rayedarên herêmê van bûyeran bi rewşên civakî ve girê didin û serdigirin.