Li Başûr bilonçoya tundiya li dijî jinê mirov ditirsîne

Hate ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê di mehên Çile û Sibatê de hezar 532 bûyerê tundiya li dijî jinê pêk hatine. 

Rêveberiya Giştî ya Navenda Têkoşîna Li Dijî Tudiya Li Ser Jin û Malbatê, bîlançoya meha Çile û Sibatê ya tundiyê eşkere kir. Li gorî vê, di du mehên destpêkê yên sala 2019’an bûyerên tundiyê yên pêk hatî, ji yên sala 2018’an derbas kirine. 

BÎLANÇO

Bîlançoya du mehan a tundiya li ser jinê ya li Başûrê Kurdistanê wiha ye:

*5 jin hatin kuştin.

*7 bûyerên xwekujiyê pêk hatin.

*36 bûyerên xweşewitandinê pêk hatin.

*12 bûyerên bi hewldana xweşewitandinê pêk hatin.

*Hezar 446 gilî.

*26 bûyerên tundî û îstîsmara zayendî hatin jiyîn.

Hate eşkerekirin ku deverên herî zêde kuştinên jinan lê pêk hatî Hewlêr û herêma Raperînê ye, li herêma Soran jî herêma ku herî zêde xwekuştinên jinan pêk hatî ye. Li herêma Silêmaniyê jî bûyerên şewitandin û îstîsmara zayendî pêk hatine. Devera ku jin herî zêde li rastî tundiyê hatî Hewlêr e.