Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê- NÛ- BÛ

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê jin daketin qadan.

Bi hezaran jin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinan û têkoşîna wan a li hember tundiyê, bi boneya 25`ê Mijdarê bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan.

Li kantona Qamişloyê bi hezaran jin ji pêşiya Çerxerêya Osman Sabrî dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên şehîd Sakîna Cansiz, Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Arîn, Jîna Emînî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha pankartên “Li dijî hemû rengên tundiya dewletê û zîhniyeta baviksalar, Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe” hildan.

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê. Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û têkoşîna jinan li hember tundiyê silav kir.

Remziye Mihemed destnîşan kir ku di nav civakê de û li qada siyasî jin rû bi rûyî tevahî cureyên tundiyê ne, pêşengên şoreşa jinan ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li berxwe didin, tên hedefgirtin.

Remziye wiha pê de çû: “Îro roja jinan e. Têkoşîna me li hember tevahî cureyên tundiya dewletê, pergala baviksalarî û pergalên dagirkirinê berdewam e. Ta ku bigihêjin azadiyê û civaka xwe ji vê zihniyetê rizgar bikin.”

Remziye bal kişand ser girîngiya yekkirina nêrînên jinan û xurtkirina birêxistinbûna wan û got: “Ji bo ku em li hember tevahî cureyên tundiyê bibin yek, bavperestî, dagirkerî tune bikin û axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Li hember vê girseyê û li eniyan, em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bigihêjin azadiya xwe. Bi îlhama şoreşê û serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku beriya du salan dest pê kiriye, dê şoreşê bi ser bixin.”

Meş bi berzkirina sloganên şoreşgerî, mezinkirina têkoşînê li hember zîhniyeta baviksalar bi dawî bû.

REQA

Li Reqayê jî bi sedan jin û endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, partiyên siyasî, tevahî saziyên sivîl, leşkerî yên bajêr tevlî meşê bûn ku ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya ve hate lidarxistin.

Jin ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê heta Qada Jina Azad meşiyan. Li qadê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ev axaftin kir: “Ev qad, şahidê gelek sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan e. Her sal wek îro em soza xwe ji tevahî jinan re nû dikin ku têkoşîna me berdewam e ta ku tevahî jin rizgar bikin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bû, parka bi navê “Qada Jina Azad” hat vekirin.

MINBIC

Li Minbicê jî, bi sedan şênî ji Çerxerêya Mîzan ber bi çerxerêya El Meseb ve meşiyan. Li ber çerxerêyê, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de, berxwedana jinan li herêmên dagirkirî û li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin taybetmendiya jinan li herêmê ku berpirsariyê radikin, cihê xwe li tevahî qadan digirin û hate diyarkirin ku jinên herêmê bi pêşengiya şoreşê, ji jinên li cîhanê re bûne mînak.

HESEKÊ

Li kantona Hesekê jî bi sedan jin û şêniyên kantonê ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajêr veguherî mitîngê.

Jinên ji pêkhateyên cuda bi cil û bergên xwe yên neteweyî meşiyan.

Li sûka navendî bi navê Koordînasyona Kongra Star berdevka koordînasyonê Rîhan Loqo axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê, hêz û hevgirtina jinan li hember tundiya li ser wan tê kirin.

Rîhan got: “Kombûna me li vir û hevgirtina me ya li gorî baweriya bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, hêza jinên Rojava û berxwedana wan ku dê bi îradeya jinan bi ser bikeve nîşan dide.”

Rîhan anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûryieyê bi hemû pêkhateyên xw dacetine qadan û wiha domand: “Ev yek ji tevahî cîhanê re berxwedan û hevgirtina gelên herêmê li hember pergalên ku tundiyê li dijî jinan dimeşînin, nîşna dide.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê jî axaftinek kir û îşaret bi girîngiya yekitiya jinan di têkoşîna li hember zihniyeta baviksalar û hemû rengên tundiyê kir. Vîviyan diyar kir ku Şoreşa Rojava îradeya hemû jinên ku doza azadiya xwe dikin û hewl didin rê li tundiyê bigirin, temsîl dike.”

Piştî axaftinan, koma Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê şanoyek têkildarî binpêkirinên mafên jinan pêşkêş kir.

Bi sedan jin, endamên partî, saziyên sivîl, HPC, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê tevlÎ meşê bû ku ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin.

Meşê ji pêşiya Hola Civînan a 8`ê Adarê dest pê kir. Jinan bê navber dirûşmea “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Li qadeke nêzî Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê, meş veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Velentîna Ebdo axivî û got: “Dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên me dikin û pêşengên me dikin hedef. Ji ber ku pê dihesin ev pêşeng li ser wan, desthilata wan û zîhniyeta wan a baviksalar xetere ye.”

Endama rêveberiya Akademiya Kongra Star Muna Kibik axivî û got ku bi saya damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê jin pêş ketin û wiha domand: “Ne ji tevgerê û ji Rêber Apo bûya, jin wisa ev qas pêş nediketin.”

ŞEHBA

Li Şehbayê, bi sedan şêniyên kantonê bi pêşengiya jinan, koçberên kantona Efrînê ji naverasta navçeya Ehdasê ber bi Peymangeha Şehîd Viyan Amara ve meşiyan.

Li pêşiya peymangehê, endama PYD`ê şaxê kantona Şehba û Efrînê Sureya Mistefa axivî û got: “Jinan xwe li gor dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` bi rêxistin dikin û li ser tevahî asta xwe bi pêş dixin. Jin li herêmê heta radeyeke mezin xwe îsbat kir û karî bi vê dirûşmê, qeydên koletiyê bişikîne, bikaranîn û desthilata li ser tune kir.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Şehba û Efrînê Elîf Mihemed jî wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje `Azadiya jinan, azadiya civakê ye’. Projeya wî ya ji bo avakirina civakekê li ser bingeha jiyana hevbeş û wekheviyê, ji herêmên Rêveberiya Xweser dest pê kir û berfirehtir bû. Hêdî hêdî di nav civakê de tê rûniştandin.”

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Dêrazorê çalakiyên ku di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de dest pê kiriye, îro bi meşekê bi dawî kir.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê destpê kir û li Çerxerêya Kargehan veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, endama kombûnê Îxlas El Ehmed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku jin li herêmê bi rêya mekanîzmaya xebatên xwe hewl didin ji koletiyê xilas bibin û jin wekî berê bikin jêdera hêzê û bingeha jiyanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku li hember sûcên li dijî jinan tên kirin û ji bo parastina azadiya jinan, têkoşîn berdewam dike.