Li bajarên Kurdistanê jin ji bo 8'ê Adarê xwe berdan meydanan

Li bajarên Kurdistanê li gelek cihan jin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê xwe berdane meydanan.

Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê 8'ê Adarê tê pîrozkirin.

Jinan li Şirnex, Riha, Semsûr, Mêrdîn û Meletî 8'ê Adarê pîroz kirin.

ŞIRNEX

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hevdîtina jinan li dar xistin. Hevdîtin li ber avahiya HDP’a Cizîrê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli hevdîtinê bûn. Jinan cilên xwe yên ji hev xweşiktir û rengîn ên netewî li xwe kirin û hatin cihê hevdîtinê. Xemla cilên jinan bal kişand ser xwe. Jinan dirûşmên wek “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin û govend gerandin.  
Jin wê piştî hevdîtinê meşê li dar bixin. 

RIHA

Platforma Jinan a Rihayê ji bo 8'ê Adarê li Parka Alî Şellî hatin cem hev. Li gel astengiya polîsan jî jin heta bi Meydana Topçu meşiyan û li vir daxuyanî dan.

Hevseroka Şûbeya Rihayê ya Egîtîm-Sen'ê Ozlem Ulutaş Şengul di axaftinê de bal kişande ser girînggiya têkoşîna azadiya jinê, bal kişandina ser berxwedana Emîne Şenyar û Ferît Şenyaşar û got, Emîne Şenyaşar niha li gel wan e.

SEMSÛR

Li Semsûrê Platforma Jinan a Bajêr li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. 

Li ser navê Platformê Suphan Deniz got, ''Em bang li hemû jinan dikin bi weke qozeqerê em bi hemû rengan re bi hev re bin û piştevanê gelê xwe û jiyana xwe bikin.''

MÊRDÎN

TJA û Platforma Jinan a Şahmaran li navçeya Evîna Stewrê 8'ê Adarê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de ku Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay jî hazir bû, jinan govend gerandin. Jinan li gel lîlandinan daxwaza azadiyê anîn ser zimên, bi lîlan û dîlan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pÎroz kirin.

Ebrû Gunay bang kir ku jin tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Nisêbînê bibin.

MELETÎ

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Meletî li navçeya Yazihanê pîrozbahiyek kirin. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgun di pîrozbahiyaê de axivî û got, ''Em jin, em ê hemû rojan bikin 8'ê Adarê. Jinan bi berxwedanê 8'ê Adarê bi dest xistin. Heke jin ne azad bin mirov nikare behsa geşbûna wê civakê bike. Heta ku em azad nebin dev ji Peymana Stenbolê û têkoşînê naqerin.''