Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 8’ê Adarê berdewam dikin

Bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de gelek caran dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hate berzkirin û hate diyarkirin ku ji bo pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo dê têkoşîn were mezinkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Colemêrgê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Em li hemberî qetilkirina jinan serî radikin û ber bi azadiyê ve dimeşin’’ hate vekirin û gelek caran dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ hate berzkirin.

Teksta daxuyaniyê ji aliyê Endama Meclîsa Giştî a Bajêr a Şaredariya Colemêrgê Gulhan Ûçar ve hate xwendin û Ûçarê ev yek anîn ziman: ‘’Li hemberî vê pergalê alternatîfa me, jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji aliyê jinan ve hatiye avakirin e. Em motîvasyona xwe ya 8’ê Adarê di şexsê rojnamevan Cîhan Bîlgîn a şopdara heqîqeyê ya hatî qetilkirin de ji hevrêyên xwe yên têkoşîna azadiya jinan ên di Şoreşa Jinan a Rojava de şehîd bûne, digirin.’’

Gulhan Ûçar da zanîn ku divê paradîgmaya Rêber Apo bi awayê herî xurt were pêkanîn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn were meşandin. 
 
AGIRÎ

TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li navçeya Giyadîn a Agiriyê starta çalakiyên 8'ê Adarê li avahiya DEM Partiyê da. Siyasetmedar, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partî ya Bajêr Ayşe Karakuş axivî û da zanîn ku her roja ku derbas dibe têkoşîna azadiya jinan mezin dibe û hat diiyar kirin ku dê bêtir têkoşîna wekhevî û azadiyê mezin bikin. 

Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

MERSÎN 

Meclîsa Jinan ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mersînê, li Parka Yogûrtçû a li navçeya Akdenîzê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Li gel têkoşîna azadiyê em aşitiyê rêxistin dikin’’ hate vekirin û gelek caran dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hate berzkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mersînê Perîhan Koca da zanîn ku dê jin li her derê hêviyê belav bikin û got: ‘’Dê jin aşitî û azadiyê pêk bînin.’’

Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kûş jî diyar kir ku ew ê li hemberî tundiya dewlet û mêran, şerê taybet, dagirkerî, tecrîd û îstîsmarê dengê berxwedanê bilind bikin û got: ‘’Li hemberî tundiya li ser jinan em ê zêdetir xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin.’’

 KONYA

Platforma Jinan a Konyayê jî li Şaxa Konyayê ya EGÎTÎM-SEN’ê panelek li dar xist. Ebrû Pektaş a ku li ser Tevgerên Rizgariya Jinan xebatên wê hene, weke axêver beşdarî panelê bû. 

Ebrû Pektaş di axaftina xwe de diyar kir ku şert û mercên karkirina jin û mêran ne wekhev in û got: ‘’Têkildarî hebûnên dinyewî û maddî bêkariyeke jinan heye. Bo nimûne dema ku em qala newekhewiya jin û mêran dikin divê ev yek were bîra me; Newekhewiya muçeyan. Em jin jî weke mêran heman karî dikin. Lê belê heman muçeyê nastînin. Ev newekhevî li seranserê cîhanê heye ku rêjeya gihiştiye ji sedî 20’an. Jin li cihê kar li rastî tundiya psîkolojîk a patronan tên û li malê jî li ya mêran.’’