Li Arnhemê semînera li ser kampanya TJK-E'yê
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, li ser kampanya TJK-E'yê ya bi dirûşma "Şîdeta li ser jinê polîtîk e" semînerek pêk hat.
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, li ser kampanya TJK-E'yê ya bi dirûşma "Şîdeta li ser jinê polîtîk e" semînerek pêk hat.
Semîner ji aliyê Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz ve hate organîzekirin û sînevîzyon hate nîşandan.
Aktîvîsta TJK-E'yê Fîdan Dijwar piştre axivî. Dijwar diyar kir, faşîzm li hemû qadan bi taybetî li qada polîtîk jinan dike hedef.
Di semînerê de rê û rêbazên têkoşîna li dijî şîdeta li jinê, kampanya TJK-E'yê û perspektîfa jineolojiyê hatin nirxandin.
Di dawiya semînerê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hate qîrîn.